'Ligel ambargoyê hewl dide debara xwe bike'

  • 09:01 23 Îlon 2020
  • Ked/Aborî
MEXMÛR - Ambargoya li hemberî Wargeha Penaberan a Mexmûrê 15 meh in didome. Ligel şert û mercên nebaş şêniyên wargehê jiyana xwe didomînin. Sebriye Îşlek  li wargehê li dijî amborgoyê dikanek vekir û cil û bergenên destê duyan bi erzanî difroşe û hewl dide ku debara xwe bike. 
 
Ji 17'ê tîrmehê sala 2019'an de li hemberî Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ambargoyek heye. Ambargoya ku heyî bandora xwe li ser tevahiya jiyanê dike. Penaber bi pirsgriêkên aborî, tendurîstî û jiyanê re rûbirû dimînin. Ligel gelek hewldan, hevdîtin, bangewazî û çalakiyan dîsa jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê bêdengiya xwe diparêz in. Her wiha Neteweyên Yekbûyî jî li hemberî pêkutiyan bêhelwestiya xwe diparêz e. Jiyana li Mexmûrê li gorî defetên heyî didomin. 
 
Jina ciwan a bi nav Sebriye Îşlek li Wargeha Mexmûrê ji bo debara esnaftiyê dike. Sebriye ji xwe re li wargehê dikanek vekiriye û cilên destê duduyan difiroşe û derbarê kar û barê xwe de ji ajansa me re axivî. 
 
'Li hemberî wargehê zilmek heye' 
 
Sebriye, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser rewşa wargehê û amborgoya heyî û got: "Wekê tê zanîn salekî jortir e li hemberî wargehê ambargoyek heye. Ev tişt bandorê li jiyanê kir. Şêniyên wargehê ku derfetên ku bikaribe debara xwe pêk bîne kêm bûne. Her kes dizane ku heke şêniyên wargehê dernekeve derve û nexebite nikare debara xwe bike. Hemû rêyên wargehê hatine girtin û ev 15 meh in li hemberî me zilmek heye."
 
'Cilên destê duduyan difroşim' 
 
Sebriye, piştî rewşa Maxmûrê bal kişand ser karê ku dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Pêvejoya ambargoyê êdî gel pir tengav kiriye. Ambargoya ku li ser me hatiye ferzkirin jiyana me xist tengasiyê. Li ser vê rewşê min jî dikanek vekir û cilên desta duduyan difroşim. Dikana min li ser cilên jinê ye. Ez hem debara xwe pê dikim û hem jî şêniyan re dibim alikar."
 
'Ji bo jinan min dikanek wisa vekir'
 
Sebriye, diyar kir ku bi vê dikanê ez debara xwe dikim û wiha bi lêv kir: "Min pêlav, cil û bergên desta duyemîn anî li vir û ji bo şêniyên ku rewşa wan nebaş bi bûhayekî kêm difroşim. Me wekî malbatî dest bi vî karî kir. Her kes dizane ku di nava malbatê de piranî jin pirsgirêkan dijîn. Xwedîkirina zarokan, kar barê rojanê yên malê. Ji ber ku em şêniyên li vir nas dikin rewşa wan ên aboriyê dizanin me dikanekê wisa vekir."
 
Sebriye, di dawiya axaftina xwe de banga rakirina amborgoyê kir û got: "Beriya ambargoyê jin û şêniyên wergehê li derveyî wargehê dixebitin. Lê niha herkes li malê ye û barekî giran li ser milê şêniyên wargehê ye. Bi taybetî jî rewşa jinê bêtir zehmet e. Ez dixwazim bi karê xwe bibim bersiva jinên Mexmûrê."