Li Amedê berhevkirina fistiqan dest pê kir

  • 09:08 17 Îlon 2020
  • Ked/Aborî
AMED - Bi destpêkirina meha îlonê re komkirina fistiqan jî hat destpêkirin.  Li gundê Xirbizilê yê girêdayî navçeya  Çinarê ya Amedê jî karkeran dest bi berhevkirina fistiqan kirin.  Karkerên ku serê sibê zû tên baxçeyên fistiqan di germahiya havînê ya li Amedê heya êvarê bi heqdestekî kêm dixebitin. 
 
Fistiq yek ji darên benîştokan û fêkiyan e.  Darên fistiqan hem ji ber berhemdariyê hem jî ji ber aboriyê xwedî taybetmendiyeke girîng in. Mezinkirina darên fistikan kedeke mezin dixwaze. Fistik dema ku berhem didin di meha havînê de kakilên xwe tijî dikin. Komkirina fistikan pîtî ku havîn bi dawî dibe di meha îlonê de dest pê dike.  Li gundê Xirbizilê yê girêdayî navçeya  Çinarê ya Amedê jî karkeran dest bi komkirina fistiqan kirin.  Karkerên ku serê sibê zû diçin baxçeyên fistiqan di germahiya havînê ya li Amedê heta êvarê bi heqrojeke pir erzan dixebitin û heqê keda xwe nagirin. Jinên ku vî karî dikin derbarê zehmetiya berhevkirina fistiqan ji ajansa me re axivin. Li gorî hin kesan ev kar li gorî karên din hêsantir e, lê li gorî hin kesan jî zehmetiya vî karî jî zêde ye. Hin jinên karker jî ji ber zêdebûna kar nikribûn biaxivin.
 
Berfîn Şenol(19) ku 8 sal in li ser zeviyan dixebite pêvajoya karê fistiqan wiha anî  ziman: “Pêşî em pacekî li binê darêradixin û fistiqen ku ji darê jê dikin li ser wî pacî kom dikin. Car caran jî çend hevalên me diçin ser darê û darê diweşînin ku zûtir em fistiqan kom bikin. Piştre em fistiqên li ser pac dikin tur, ferd û heqîban. Êvarê dema ku kamyonan tên wan tûr, ferd û heqîban werdigirin.”
 
‘Germa havînê karê me dijwar dike’
 
Dîdem Gultekîn(18) jî ku 6 sal in karkertiyê dike anî ziman ku dijwaritiya vê karê ya herî giran germahiya havînê ye û got: “Min di zaroktiya xwe de dest bi karê paletiyê kir. Jixwe piraniya keç û xortên gundê me piştî dibistana seretayî dev ji disbistanê berdin û ji bo debara malbata xwe dest bi paletiyê dikin. Em her sal karên zevî û baxçeyan ê curbecûr dikin. Niha jî dema berhevkirina fistiqan e. Germahiya havînê karê me dijwar dike.”
 
'Karê fistiqan ji yê pembû hêsantir e'  
 
Semanur Gunduz(19) a ku 7 sal in paletiyê dike ku hem fistiq kom dikirin û hem jî ji me re diaxivî ev tişt got: "Berhevkirina fistiqan ji karên din hêsantir e. Em piştî karê fistiqan diçin zeviyên pembû. Li wê jî em pemû kom dikin. Karê fistiqan li gorî min ji karên din hêsantir e.  Ji ber ku di karê pembûyan de em hertim xwe xul dikin, di karê pembû de pişta me zêde diêşe.  Lê di karê fistiqan de em xwe xwar nekin û ji ber ku dar siyê çêdikin zêde tav jî li me nade.”
 
‘Piraniya jinên ciwan ên li gund vî karî dikin’
 
Tuba Tunç(19)  jî 9 sal in karê paletiyê dike. Tuba ya ku dema li ser darê fistiq kom dikirin wiha got: “Mixabin li gundê me bi piranî zarokên keç naşînin dibistanê. Ji ber vê jî jinên ciwan ên li gund gelekên wan paletiyê dikin. Wekî her karî zehmetiya vî karî jî heye.  Carina av tune ye em di vê hewaya germ de tî dimînin. Heke bê jî ava germ tê.  Lê jiyana gund dîsa jî xweş e. Hewayek paqij heye û em li xwezayê dijîn.  Ew jî me kêfxweş dike.”
 
‘Dema me xweş derbas dibe’
 
Aysel Gultekîn(24) jî  axivî û wiha bilêv kir: “Jixwe jiyana me li ser zevî û baxçeyan derbas dibe.  Niha dema berhevkirina fistiqan e. Ez ji vî karê gelek hez dikim.  Hem fistiqan dixwim hem jî wekî karên din zêde li ber tavê namînim. Wexta me xweş derbas dibe. Em bi hev re henekan dikin, sohbetê dikin û carina jî di navbera kar de dilîzin û govendê digerînin. Ev jî di be sedem ku em bi kêfxweşî karê xwe bikin.”