'Dayik bi amadekariyên xwe re hesabê zivistanê dikin'

  • 09:08 13 Îlon 2020
  • Ked/Aborî
Hêlîn Etê
 
QAMIŞLO - Jina bi navê Atiya Omer ji bo demsala zivistanê amadekarî dike û xwarina mekdûs çêdike. Atiya derbarê amadekariya zivistanê de got: "Em wek dayik bi amadekariyên xwe re hesabê zivistanê dikin. Dema borî de qiymeta van tiştan gelek bûn lê niha zêde nema ye." 
 
Jin di hemû qadên jiyanê de xwedî ked in û bi keda xwe ya bi qîmet ji tunebûnê hebûn diafrînin. Her wiha jin di hemû demsalan de amadekariya xwe dikin da ku civaka xwe ji xwarinan dewlemend bikin. Di zivistanê de gelek amadekarî tên kirin yek ji wan xwerina mekdûs e. Xwarina mekdûs li Sûriyeyê de pir bi nav û deng e, ji bo wê di her malekê de tê çêkirin. Ji bo zivistanê herî zêde ser taştê tê xwarin. Atiya Omer ji navçeya Tirbespiyê ya girêdayî Kantona Qamişloye, ji bo demsala zivistanê amadekariya mekdûsê dike.
 
Atiya di destpêkê de bal kişand ser amadekariyên zivistanê û got: "Di van deman de hemû jin ji bo zivistanê amadekariyên xwe dikin. Her sal em mîna reçel, mekdûs, gihayê miloxiyê, tirşo, bamya, salçeya bacan û îston amade dikin. Di demsala zivistanê de berhemên şînkahiyan zêde nînin ji bo wê hemû amadekarî di demsala havînê de tên kirin. Weke dayik jî em çanda xwe yê kevnar ên dayikên xwe didin jiyîn û hesaba zivistanê dikin."
 
'Mekdûsan ji bo amadekariya zivistanê çêdikim'
 
Atiya wiha behsa rêbaza çêkirina mekdûsê kir: "Ez di destpêkê de bacanên reş ên meqdûsê tînim, baş dişom, di kêlekê de jêdikim û li ser agir dikelînim da ku rengê xwe bigohêrîn e. Piştî ku dikelin ez xwey lêdidim û di bin kevirê de sê rojan dihêlînim da ku  bê av bimîn e. Piştî sê rojan salçeya îsotan, gûz û sîr tevlî hev dikim û cihê ku min jê kiriye dadigirim. Piştî ku hemû dadigirim dixim bîdonan, zeyta zeytûnan ser dikim, nêzî sê heftan wiha dimîne û ji bo zivistanê amade dibe. Li kêlek mekdûsê min gelek amadekariyên din jî kirine."
 
'Em ê çanda dayika xwe biparêzin'
 
Atiya herî dawiyê diyar kir ku amadekariya zivistinê çanda wan a kevnar e û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Di dema borî de qiymeta van tiştan gelek bûn û em di roja îro de jî çanda xwe yê kevnar dişopînin. Lê nifşên nû tiştên amade dikirin û çanda xwe naşopînin. Ji bo wê divê her dayikek zarokê xwe hînî çanda kevnar ên dayikan bike da ku em çanda xwe di hemû waran de biparêzin. Di dema borî de me gelek tişt bi destên xwe çêdikir mîna savar dikeland û dixistin hûrikê kutilkan. Em ê çanda dayika xwe biparêzin û di hemû waran de xwedî lê derkevin."