‘Em ne dikarin bifiroşin ne jî dikarin bikirin'

  • 09:04 13 Îlon 2020
  • Ked/Aborî
AMED - Bi vîrûsê re bêtir qeyrana aboriyê kûr bû û welatî niha nikarin debara xwe ya rojanê jî bikin. Şêniyên Amedê diyar kirin ku êdî nikarin danûstandina rojane bikin û gotin: "Kar tune ye û her tişt jî hatiye buhakirin gelo em ê çawa bijîn."
 
Pêşiya vîrûsa koronayê (Covîd-19) li Tirkiyeyê qeyranekî kûr a aboriyê hebû, lê belê di pêvajoya pandemiyê de qeyrana aboriyê bêtir kûr bû. Niha welatî ne mehane rojekî xwe difikirin. Bi vîrûsê re gelek kargeh hatin girtin û bi hezaran kes ji kar hatin dûrxistin. Her wiha ligel rewşekî wisa gelek tişt hatin buhakirin. Bêtir welatî bi bandor bû. Êdî welatî nikarin danûstandina rojane jî bikin, fatureyên xwe bidin û nikarin debara xwe bikin. Şêniyên li Amedê derbarê qeyrana aborî de ji ajansa me re axivîn û gazincên xwe anîn ziman. 
 
Sultan Alp li bazara Jiyanê dixebite, da zanîn ku qeyrana aborî herî zêde li ser pazarvanan bandor dike û wiha axivî: "Her kes bê kar e, tên vir ji ber buhayên zebzeyan nikarin bikirin. Dibêjin di malbatê de kes naxebite gelek kes bêkar in ji ber vê yekê nikarin bazara xwe bikin. Civak ji bo ku bikaribin sebzeyan bistînin benda êvarê dimînin. Em jî mecbûr dimînin ku êvarân bi bihayek erzan bidin wan. Li gorî par îsal gelek tişt pir buhaye."
 
‘Em nikarin têra xwe bikirin’
 
Azîzeya ku nexwest paşnavê xwe bêje ji bo amadekariya zivistanê li bazarê bû û ev tiştê anî ziman: “Îsal li gorî par bûhayên zebzeyan zêdetir bû. Êdî wexta amadekariyên zivistanê hat lê mixabin em ji ber qeyrana aborî ewqas nikarin têra xwe zebzeyan bikirin. Xelk nikare debara xwe ya rojane çêke. Jixwe ji ber korona heye kar jî tune ye. Halê me pêrîşan bûye.”
 
‘Ji ber koronayê gelek bêkar hene’
 
Makbûle Dalbudak jî ku hatibû bazara xwe bike wiha got: “Ger ku derfetên me têrî bike em dikirin lê ger ku neke em yê zebzeyên erzan digerin. Par dîsa hinek baş bû lê îsal qeyrana aborî zêdetir li ser me bandor kir. 7 heb zarokên min hene, ji ber koronayê jî hevjînê min naxebite. Em nikarin debara xwe bikin. Lewra bi neçarî  em bazara xwe kêm dikin.”
 
‘Em bi neçarî nikarin erzan bifiroşin’
 
Gulsum Var jî ku li bazara Jiyanê dixebite, diyar kir ku ji bo zebzeyên xwe bikaribe bifroşe heya êvarê dimînê û wiha bi lêv kir: “Em zebzeyên xwe nikarin bifiroşin. Em diçin halê li wê jî bi bihayen zêde dikirin û tên vir ku bifiroşin lê mixabin têra me nake. Xelk dibêjin bila erzan be.  Lê belê ger ku em erzan bifiroşin rewşa me dikeve tengasiyê. Ji ber vê yekê em jî şaş mane nizanin çi bikin.”
 
‘Hem nexweşî, hem bêkarî hem jî qeyrana aborî...’
 
Refîka Kizilkan 2 sal in karê bazarê dike gazin û giliyên xwe wiha anî ziman: “Em her roj li bendê ne ku ev qeyran derbas bibe lê her sibê ji wê rojê xirabtir dibe. Em diçin halê bi bûhayekî giran zebzeyan distînin. Xelk jî nikare bi bihayê giran bistîne. Lê em neçar dimînin ku wisa bifiroşin. Li welatê karek ku jin bikin ewqas tune. Loma em jî li ser rewşa xwe difikirin. Hem nexweşî hem bêkarî hem jî qeyrana aborî giş li ser hev hatin e.”