Edîbe bi hilberîna titûnê debara xwe dike

  • 09:10 12 Îlon 2020
  • Ked/Aborî
AMED - Edîbe Eze li Farqîna Amedê dijî û ji bo debara mala xwe hiberîna titûnê dike. Edîbe destnîşan kir ku 2 sal in vî karî dike û karekî gelek zehmet e. 
 
Gelek malbat bi hilbêrina titûnê debara mala xwe dikin. Li Farqîna Amedê jin bi karê titûnê rê mijûl dibin. Edîbe Eze ya ku 2 sal in karê tîtûnê dike û pê debara mala xwe dike. 
 
Edîbe, di axaftina xwe de bal kişand ser kar û barê titûnê û got: "Em li zeviyan tovên tîtûnê diavêjin û li bendê dimînin ku heya şitilan bigire. Piştî ku êdî şitilên wê mezin dibe û ji bo topkirinê amade dibe. Em wan şitilên ku mezin bûne jê dikin û dibin hewşa malê xwe û bi wî awayî dest bi karê dikin. Niha em wan belgên titûnê derbasî benikê dikin û bi dîrekan ve didaliqînin. Piştre wan tîtûnên daliqandî di bin tavê de dihêlin ku zer bibe. Dema hişk bû em wan dihewînin û dixin hundir. Dema ku bû zivistan jî wan tîtûnan êdî nerm dibin. Piştî ku nerm bû em wan dixin destik û heta çaxê firotana wê tê."
 
Edîbe diyar kir ku karekî gelek zehmet e û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di vî karê de keda jinê gelek zêde ye. Em debara xwe bi vê karê dikin. Ev 2 sal in ez vê karê dikim. Pel bi pel ji destê me derbas dibe. Em serê sibê de dest pê dikin heta êvarê."