Li Dêrikê ji bo jinan perwerdeya dirûtina cil û bergan

  • 09:05 9 Îlon 2020
  • Ked/Aborî
Rojda Seyidxan
 
QAMIŞLO - Ji hêla Weqfa Jina Azad ve li Dêrikê ji bo jinan perwerdeya hînkirina dirûtinê hat destpêkirin. Semîha Hisên a ku mamostetiyê dike, diyar kir ku li vir jin hînê karekî dibin û nîşanî jinên li derdora xwe jî dikin. Nadiya Elî ya ku tevli perwerdê bûyer jî got: "Bi xebatên wisa em dikarin debara mala xwe jî bikin." 
 
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ligel geşedanên siyasî û di hêla ked û aboriyê de jî pêşketinên mezin jî tên kirin. Ji hêla sazî û rêxistinên jinan ve ji bo jinan gelek proje û qadên xebatên tên vekirin. Ev tişt ji bo pêşeroja jinan dibe hêviyekî mezin. Weqfa Jina Azad ya bajarê Dêrikê li Kantona Qamişlo ji bo jinên bajêr zend û bendê xwe badan û dest bi xebatên cur bi cur kirin. Yek jî wan xebatan xebata perwerdeya dirûtina cilan e. Ev perwerde ji 12 jinan pêk tê, li vir jin hînê hemû rêbazên dirûtina cil û bergan dibin. Perwerde wê 45 rojan dewam bike. Têkildarî mijarê jinên ku tevlî perwerdeyê bûne nêrînên xwe anîn ziman. 
 
'Bila hewceyê tu kesî nebin'
 
Mamoste Semîha Hisên li ser girîngiya perwerdeya dirûtinê rawestiya û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Bi alîkariya Weqfa Jina Azad me ev perwerde ji jinên bajêr e da destpêkirin. Heta niha me gelek mijaran de ji bo jinan perwerde da destpêkirin. Em dixwazin ku jin hînê hemû xebatan bibin û di jiyana xwe de pêşketinek bi afirînin. Bila jin hewceyê tu kesî nebin. Jinên ku tevlî perwerdeyê bûne kêmbê jî fikrek wan li ser dirûtinê heye. Jinên ku li vir fêr dibin dikarin jinên li derdora xwe jî fêr bikin.  Armanca me ew e ku jin bibe xwedî pîşe di vê xebatê de û bi xwe jiyanan xwe bi rêve bibe."
 
‘Jin dê her tim bi ser kevin' 
 
Nadiya Elî jî tevlî perwerdeya dirûtinê bûye ser vê projeyê wiha ji me re axivî: "Ev du heftene ku ez tevlî perwerdeyê bû me. Ev perwerde ji bo me pir baş e, niha jî em dikarin bi xwe ji xwe re projeyên biçûk vekin û debara mala xwe bikin. Makîneya min li mal heye û ez difikirim jinên cîranên xwe jî fêr bikim. Jin di kîjan xebatî de be wê bi ser bikeve.”