'Em êdî nikarin fatureyên xwe bidin'

  • 09:04 9 Îlon 2020
  • Ked/Aborî
WAN - Krîza aborî her diçe giran dibe û welatiyên diçin bazaran jî destvala vedigerin.Welatiyên li Wanê da zanîn ku bi yek poşetê vedigerin malên xwe. 
 
Krîza aborî her diçe giran dibe. Gotinên hikûmetê yên derbarê pêşketinên aboriyê û her wiha sozên ku didin jî, gel pê bawer nake. Herî dawî wezîrê Xezîne û Aboriyê Berat Albayrak gotibû ‘wê demek nêzî de xwe bidin hev û wê civak bi awayek cidî vê hîs bike.’ Li ser çapemeniya civakî bi gotinên wekê ‘ya em hîs dikin krîz, xizanî û kaose’ bertek hatibû nîşan dan. Li navçeya Îpekyolu a Wanê li taxa Karşiyaka jinên hatibûn bazara Înê der barê krîzê de nêrînên xwe gotin. Jinan diyarkirin ku bi yek poşetê vedigerin malê û esnafan jî got roja xwe xilas dikin.
 
‘Em nikarin fatureyan bidin’
 
Jina bi navê Azîze Ozkaçmaz bi lêv kir ku jiyan zehmet, debare zehmete û wiha got: “Li bazarê hîna jî sebze bihaye. Ji ber vê krîzê jiyan zehmet e. Min îsal ji bo zivistanê tiştek amade nekir. Tevî nifûsa me kêm e jî em zor debara xwe dikin. Xanî yê min e, lê em bi zor fatureyan didin.”
 
Zînnet Cengîz anî ziman ku bi 10 TL hatiye bazarê û got: “Min tiştek negirt. Ne mûçeyê min heye, ne jî li mala me kesek dixebite. Ji ber vê nikarim tiştek bigirim. Em bi zor roja xwe derbas dikin.”
 
‘Min heta êvarê tenê 10 qedeh garis firot’
 
Zeynep Karaca jî destnîşan kir ku 4 sal in ji bo debara xwe garisê piraştî difroşe û ev tiş anî ziman: “Krîzê bandor li ser her cihê kir. Gel zehmetiyan dikşîne. Helek ku kesek tenê ji malbatê bixebite zehmetire. Min ji bo debara xwe li bazarê dest bi kar kir. Ewl bertekên mêran cuda bûn. Min jî ji bo nanê xwe têkoşîna xwe meşand. Heta êvarê qezenca min 30 TL ye. Tenê 10 qedeh dikarim bifroşim.”
 
Asya Orhan ya hatibû dan û stanê jî got tenê eşofmanek girtiye û got her sal amadekariya zivistanê dikir lê îsal qet sebze negirtiye û amadekarî jî nekiriye.