‘Kûndirşîr yek ji xwarinên gelerî ye'

  • 09:05 8 Îlon 2020
  • Ked/Aborî
Rojda Seyidxan
 
QAMIŞLO - Bi nêzîkbûna zivistanê re hemû jin amadekariyên xwe dikin,  jina bi navê Beyan Elî ji gundê Mezrê yê Dêrikê şêraniya kûndirşîr ji bo zivistanê çêdike û diyar kir ku kûndirşîr yek ji xwarinên gelerî ye, ji bo zivistanê ev xwarin pir xweş e û bi qîmet e. 
 
Gundewarên bajarê Dêrika yên Kantona Qamişloyê ji wan re tê gotin Koçerat, heya niha Koçerat hemû xwarinên xwe yên gelerî çêdikin û heta roja îro parastine. Yek ji şêraniyên gelerî yên ku tên çêkirin kûndirşîr e. Kundirşîr xwarineke ji cureya şêraniyê ye û gerelî ye. Ev xwarin ji kûndirê spî, şîr û şekir tê çêkirin û ji bo zivistanê tê hilandin. Taybet li herêma Dêrikê di nav Koçerata de pir meşhûr e. Jina bi navê Beyan Elî ji gundê Mezrê yê Dêrikê şêraniya kûndirşîr ji bo zivistanê çêdike li ser çêkirina vê xwarinê ji me re axivî. 
 
‘Erzaqên zivistanê ji berhemên bexçeyên me ne’
 
Beyan wiha behsa xebatê xwe yê amadekariya zivistanê kir: "Her sal beriya zivistanê em amadekariyên xwe yên hilandina erzaqan dikin. Em berhemên çandiniya bexçeyên xwe dikin erzaqên zivistanê. Jinên gund li hev kom dibin û berhemên xwe bi hev re parve dikin, da ku di malekê de her cureyên erzaqan hebin. Her sal em mekdûs, dan, penêr, sîrik, kûndirşîr û hemû xwarinên pêwist ji bo zivistanê dihlînin. Erzaqên zivistanên ji berhemên berxçeyên me ne.”
 
'Kûndirşîr xwarineke gelerî ye’
 
Beyan li ser xwarina kûndirşîr û rêbazê çêkirina wê wiha pênase kir: “Kûndirşîr xwarineke ji cureyên şêraniyê ye. Ji berê de çanda çêkirina vê xwarinê di nava me de heye û heya niha jî em ji bo zivistanê çêdikin. Ji bo rêbazê çêkirina wê jî pir hêsane û mesref lê naçe. Destpêkê em kûndirê xwe ji bexçe radikin, kûndir ji ber hişk e pêwist e li ber tava havînê demekê bimîne heya ku nava wê baş bighêje. Paşê em kûndir diqelişînin û dikelînin, piştî wê em şîrê bez berdidin nav û tevlî şekir dikin. Demekê dîsa didin tavê û wiha ev xwarin çêdibe. Ji bo zivistanê ev xwarin pir xweş e û bi qîmet e. Di çanda koçeratan de ev di her malekê de heye û xwarineke gelerî ye.” 
 
‘Em jin çanda xwe didin jiyîn’
 
Beyan di dawiyê de li ser girêdana xwe bi çandê re ev tişt got: “Ez xwarinên çanda kevnar jibîr nakim û bi zarokên xwe jî didim fêrkirin. Ger em bixwazin çanda me domdar be, pêwist e her tim em ji berhemên wê tiştan çêbikin. Em jin çanda xwe didin jiyîn.”