Ji destpêkê heta dawî binpêkirina kedê

  • 09:07 7 Îlon 2020
  • Ked/Aborî
WAN - Li Wanê karkerên jin yên çandiniyê ku derveyê qeydê dixebitin bi binpêkirina kedê re rû bi rû ne. Jinên ji çandina tov heta dema rakirina mahsulê rojê 15 saetan dixebitin rojaneya wan 60 TL ye.
 
Li gorî daneyên meha Gulana 2020’an ya Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) hejmara jinên betal mîlyonek û 224 hezare. Di 2015’an de heman demê de hejmara jinên betal mîlyonek û 76 derbasî qeydan bû. Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) da zanîn ku rêjeya betaliyê daneyên TÛÎK’ê piştrast nake. Di pêvajoya pandemî û ji ber krîza aborî rêje hîn bêtir zêde bû.
 
Jinên ji ber betaliyê derveyê qeydê dixebitin neçarî karê giran û heqdestê kêm tên hiştin. Li taxa Sixkê ya navçeya Îpekyol a Wanê jinên ku piranî xizmên hevin, li ser erdên li ser riya Erdîşê rojane bi 60 TL 13-15 saet xên xebitandin. Jinên ji biharê de dest bi xebatê dikin heta berhevkirina berhem dixebitin.
 
Heta 15 saetan dixebitin
 
Jina bi navê Fatma Artîm yek ji van jinan e. Fatmayê daxuyakirin ku sibehê saet di 05.00’an de dest bi xebatê dikin û ligel heqdestê kêm yên digirin, xwarina xwe jî ew bixwe peyda dikin. Fatmayê daxuyakirin ku balcan, îsto û firingî kom dikin û got: “Di rewşa yî de divê saet di 18.00’an de kar biqede lê pirî caran em heta 20.00’an dixebitin. Em rojê herî kêm nêzî 500 kase balcan divê teslîm bikin. Roja ev vê dernexin jî em du sê saetên din jî dixebitin.
 
Karê barkirinê jî li ser milê jinan e
 
Muhabbet Artîm jî bi keça xwe re li ser heman erdî dixebite û wiha dibêje: “Em sibehê saet di 04.00’an de xwe amade dikin. Em tên ser erd.Hemû roja me li vir derbas dibe. Em kaseyan tijî dikin. Piştre em bar dikin. Em seranserê rojê bi 60 TL dixebitin. Hevjînê min heta êvarê diçe karê birîna keviran.Pereyê em qezenc dikin jî em nizanin ku bidin xwarin, cil û bergan an jÎ tiştekî din. Zarokên min yên din li malê dimÎnin. Em jî li ser erdin. Carna rojê em du sê saetan zêde dixebitin. Lê beramberê keda me tune.”
 
‘Ji bo pereyê perwerdê dixebite’
 
Gulşen Artîm a lîse qedandiye jî ji bo lêçûna perwerdê neçare bixebite û diyar kir ku ew ji bo pereyê perwerdÊ dixebite û got: “Em beramberê keda xwe nagirin. Ev şertên Tirkiyeyê ne. Wekê din derfetê me yê kar tüne ye. Ez neçarim bêm vir.”