‘Êrîşên li hember karkarên Kurd encama gotinên siyasetmedaran e’

  • 09:05 7 Îlon 2020
  • Ked/Aborî
Gulîstan Azak
 
STENBOL - Cigira seroka Komeleya Yekitiya Karkeran Seçîl Sari diyar kir ku êrîşa ku karkerên kurd li Sakaryayê pê re hatine rû hev, encama gotinên siyastmedaran e û banga yekitî, piştevanî û têkoşînê kir.
 
Malbatên kurd yên ji navçeya Şemrex a Mêrdînê ji bo komkirina findikan çûn navçeya Ortakoy a Sakaryayê, di 4’ê îlonê de rastî êrîşa nîjadperest a xwediyên kar û gundiyan hatin. Piştî êrîşê karker vegeriyan bajarê xwe û walîtiya Sakaryayê jî di daxuyaniya weşan de êrîş derewand û îdia kiribû ku ‘pevçûna derketiye di navbera xwediyên baxçeyan de derketiye.’ Lê Karkerên kurd piştî demekê êrîş piştrast kirin.
 
Walîtiyê di daxuyaniya ku 5’ê îlonê da de diyar kir ku der barê êrîşê de 3 kes hatine binçavkirin.
 
Cigira Komeleya Yekitiya Karkeran Seçîl Sari jî êrîşa nijadperest a li Sakaryayê li hember karkerên kurd pêk hatiye nirxand.
 
‘Tiştên hatine jiyîn girêdayê gotinên siyasetmedaran e’
 
Seçîlê destnîşan kir ku êrîşa nîjadperest a li hember karkerên kurd, bi aktîvbûna çapemeniya civakî hatiye dîtin û got gelek mînakên êrîşên nîjadperest hene û wiha pê de çû: “Tiştên hatine jiyîn encama gotinên siyasetmedarane. Tiştên hatine jiyîn nîşan dide ku gotinên rayedarên siyasî yên li bajarên Kurdan di mîtîngan de dibêjin ‘Xwişk û birayên me yên Kurd’ ne samimiye. Ger îro mirov ji hev re dibêjin ‘Kurd –Tirk’ û êrîşê hev dikin ev ji ber sedema siyasetmedarane. Li welat ewlehiya canê karkerên Kurd tune.Mixabin yên jinan jî nîne. Karkerên jin li her derê rastî şîdetê tên. Keda wan tê binpêkirin. Ji ber vê jî divê tu gotinên siyasetmedaran ji her cureyê şîdetê cuda neyên nirxandin.”
 
Banga ‘têkoşîn û piştevaniyê’
 
Seçîlê balkişand ser daxuyaniyên Walîtî û parlamenterê AKP’ê yê Sakaryayê Alî Îhsan Yavuz yên der barê mijarê de û wiha berdewam kir: “Em li dijî van daxuyaniyan ne matmayî ne. Bi gotinên xwe hewl didin van êrîşan veşêrin. Li ser van axan êrîş hene û divê bên çareserkirin. Hikûmet berpirse. Li dijî êrîşa li hember karkeran divê têkoşîn, yekitî û piştevanî hebe.”