Bi paqijkirina gûzan li zarokên xwe yê li girtîgehê dinêre

  • 09:10 6 Îlon 2020
  • Ked/Aborî
Fîlîz Zeyrek
 
EDENE - Hasret Bahdir ya bi salane bi paqijkirin gûzan debara xwe dike, bi pereyê qezenc dike sê zarokên xwe yên li girtîgehê dinêre. Yekane daxwaza Hasretê eve ku zarokên wê azad bibin û vegera ser axa xwe.
 
Hasret Bahadir û malbata xwe 40 sal berê ji ber pirsgirêkên aborî ji Bedlîsê koçî Edenê kirin. Hasret û malbata xwe li taxa Şakîrpaşa a Seyhan a Edenê bicih bûn û têkoşîneke jiyanê ya zehmet ji bo wan dest pê kir. Hasret diyar dike li warê wan baxçe, rezên wan hebûn û got li Edenê jî bi zextan re hatine rû hev.
 
Hasretê wiha got: “Gotin li Edenê kar heye, em jî 40 sal berê hatin vir. Ew roj û ev roj em dixebitin. Li bajarê me axa me hebû, lê me terk kir û em hatin vir. Em li vir jî di nav xizaniyê de man. Xwezî derfet hebûna ku em li bajarê xwe bijiyana. Lê mixabin tune. Em tenê ji bo serdana xizmên xwe diçin. Ew jî bo me baş e.”
 
‘Ez beramberê keda xwe nagirim’
 
Hasret ku 8 zarokên wê hene, 5 keçên wê zewicandine, 3 zarokên wê di girtîgehê de ne. Hasret bi hevjînê xwe re têkoşîna jiyanê dide, bi şikandin û paqijkirina gûzan debara xwe dike. Hasretê da zanîn ku qutiya gûzan bi 15 TL paqij dike û got: “Em paqij dikin û em bi ben ve dikin. Bihayê guzan tê 25 TL. Karekî zehmete. Em beramberê keda xwe nagirin lê neçarim. Sê kurê min girtîne. Ez wisa li wan dinêrim. Her roj heta êvarê dixebitim. Roj heye qutiyekî roj heye du qutiyan paqij dikim. Heta nîvê şevê dixebitim. Pişt amin diêşe. Carna keça min tê alîkariya min. Carna cîran. Bi awayekî pereyê xwe qezenc dikim.”