‘Ji bo çandiniyê divê dorpêça li herêmê bê rakirin!’

  • 09:04 6 Îlon 2020
  • Ked/Aborî
Rûperîn Bekir 
 
ŞEHBA - Jinên ku di Desteya Çandiniyê ya Kantona Şehbayê de cih digirin di derbarê çandiniyê de nêrîn wiha anîn ziman: “Di aliyê çandiniyê de dema erd baş neyê avdan û gubreya wê neyê dayîn em nikarin sûdê jê wergirin. Bangawaziya me ji rêxistinên mafê mirovan heye da ku vê dorpeça li ser herêmê rakin û em bikarin ku çandiyê bikin."
 
Jin bi çandiniyê re aboriya xwe xurt dike û debara jiyana xwe bi rêve dibe. Di demsala havînê de hemû cureyên şînkahiyan tê çandin û gelek sûd jî jê tê girtin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gel di aliyê çandiniyê de jiyana xwe bi rêve dibin. Îsal jî gelek berhemên erdan hatin çandin û jê sûd hat wergirtin. Li Şehbayê her sal Desteya Çandiniyê ya Kantona Şehbayê projeya çandiniyê pêş dixîn û gelek kes di wê projeyê de cih digirin. Îsal jî Desteya Çandiniyê ya Kantona Şehbayê pîvaz û patat çandin. Jinên ku cihê xwe di çandiniyê de digirin nêrînên xwe bi me re parvekirin.
 
'Çandinî ji bo civakê bingehîn e'
 
Endama Desteya Çandiniyê ya Kantona Şehbayê Îman Hisên balkişand ser çandiniyê û wiha got: "Erdê Şehbayê ji bo çandiniyê gelek baş e, em çi biçînin gelek sûdê jê werdigirin. Em her sal hemû cureyên şînkahiyê diçînin û me îsal jî nêzî 70 hêkdar erd çandiye. Niha herêma Şehbayê hatiye dorpeçkirin û em zehmetiyan dijîn. Wekî nepeydakirina mazot, rê û gubreyan, ji aliyek din jî vîrûsa korona jî gelek bandor li ser çandiyê kir. Ji bo ku em qeyrana aboriyê rabikin em bi projeyên wiha re çareseriyan ava dikin. Niha em bi karên çandiniyê re hem alîkarî didin şêniyên Efrînê him jî didin şêniyên Şehbayê. Çandinî ji bo civakê tiştekî bingehîne, ji bo wê bi çandiniyê re aboriya civakê xurt dibe." 
 
'Bi çandiniyê re aboriya xwe bi rêve dibim'
 
Rexed Ehmed  ji bo çandiniyê wiha nêrînê xwe anî ziman: “Bi çandiniya erdên xwe re em debara jiyana xwe bi rêve dibin. Desteya Çandiniyê erdê pîvaz û pataa çandine, ez jî di wê erdê de kar dikim û aboriya xwe bi rêve dibim. Niha li ser Şehbayê dorpeçek heye û Rejîma Sûriyeyê nahêle ku em gubre û mazotê derbasî herêmê bikin, ji bo wê bandorên neyînî li ser çandiniyê çêdibe."
 
'Çandinî civaka komînal pêş dixîne'
 
Yasemîn Mihemed jî  derbarê çandiniyê de ew tişt anî ser ziman: "Çandinî di jiyanê de tiştên herî bingehîne, ji ber çandinî civaka komînal pêşdixîne. Her wiha bi çandiniyê re em debara malbatên xwe dikin. Niha herêma me hatiye dorpeçkirin û ew jî gelek bondorê li ser çandiniyê û jiyana me dike. Di aliyê çandiniyê de dema erd baş neyê avdan û gubreya wê neyê dayîn em nikarin sûdê jê wergirin. Bangawaziya me ji rêxistinên mafê mirovan heye da ku vê dorpeça li ser herêmê rakin."