‘Ji bo xebata jinê derfet kêm in’

  • 09:01 6 Îlon 2020
  • Ked/Aborî
AMED - Amîne Gunduz a ku karê firotina cil û bergên kurdî dike got: “Car caran jinên ciwan tên cem min û dixwazin bixebitin lê ji ber derfetên min ên aborî têrî nakin nikarim wan tevlî kar bikim. Lê heke ez hîn pêş bikevim ji bo jinan dixwazim karên bi wî awayî mezin bikim.”
 
Di warê parastin xwedî li derketina çandê de jin rolekî mezin dilîze. Jin her tim dîrok û çanda kewnare bi hewldanên xwe zindî dihêle. Amîne Gunduz jî yek ji wan jinan ku bi dikana xwe ya cil û bergên herêmî renge jinê derdixe holê. Amîne nêzî saleke li Farqîna Amedê cil û bergên kurdî difiroşe.
 
‘Min daxwaza xwe pêk anî’
 
Amîne bi armanca rengê jinê nîşanî civakê bike dikanek bi wî awayî vekiriye û  got:  “Ez berê li girtîgehê de bûm. Ji me re her tim kovarên çand û hunerê dihatin. Min xwe bi vî awayî li pêş xist. Her tim cil û bergên dayikên min û wêneyên berê yên cil û bergan bala min dikişand. Renginiya cilan her tim kêyfa min xweş dikir. Min li girtîgehê biryar da û min ji xwe re digot heke ez rojek li vir derkevim ez ê dikanek vekim. Ez derketim û min daxwaza xwe pêk anî.”
 
 ‘Em li dikanê alîkariya hevdû dikin’ 
 
Amîne diyar kir gelek jin tên dikanê û danûstandinê dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi dikanê re têkiliya min bi jinên navçeyê re gelekî pêş ket. Ez liv ir tene cilan nafiroşîm. Em liv ir dibin alîkarî hev û em li ser gelek mijaran nîqaşan dikin. Daxwaz û pêdiviyên jinan êdî pişt deriyan derdikevin. Divê em guh bidin hemû gotinên jinan. Li dervê ferasetekî baviksalarî heye. Lewra li dijî vê ferasete renge jinê divê bêtir derkeve holê.”
 
‘Ji bo xebata jinê derfet kêm in’
 
Amîne anî ziman ku hêjmara jinên esnaf li navçeyê kêm in û ev tiştê bi lêv kir: “Mixabin jin ew qas zêde xebatên li derve de xuya nakin. Ew jî encama nerîna civakê ya li ser jinê ye. Ji ber ku civak karan ji bo jin û mêran cuda kiriye. Mêr bi karê li derve jinê jî bi karê li malê re hatine sînordarkirin. Bi wî awayî jin, wêrektiya xebata derve nikare di xwe de bibine.  Hem ji bo xebatê derfet kêm in hem jî nerîna civakê ya paşverû ji bo pêşketina jinê asteng e.”
 
‘Parastina çand û dîroka xwe dikim’
 
Amîne di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ez atolyeyek ji bo dirûtînê dixwazim ku vê karê xwe jî mezin bikim. Niha car caran jinên ciwan tên cem min ku bixwazin bixebitin lê ji ber derfetên min ên aborî têrî nakin nikarim wan tevlî kar bikim. Lê heger ez hîn pêş bikevim ji bo jinan dixwazim karên bi wî awayî bixim lutkeyek mezin. Bi vê babetê hem dixwazim çanda xwe ragihînim nifşên nû hem jî parastina çand û dîroka xwe bikim.”