Li konan jiyanek bê av: Ger kar hebûna çima em li vir bûn

  • 09:06 5 Îlon 2020
  • Ked/Aborî
Fîlîz Zeyrek
 
EDENE - Jinên karkerên çandiniyê ku ji bo debara xwe bikin di bin germahiya Çukurovayê de têkoşîna jiyanê didin, li konan jiyanek bê av derbas dikin û diyar dikin ku ger kar hebûna çima ew e li vir buna. Jinên ku kedek mezin didin jî beramberê keda xwe nagirin.
 
Karkerên çandiniyê yên ji Riha û Amedê wek karkerên çandiniyê çûn navçeya Karataş a Edenê, li nêzî gundê Çavuşlu kon vedan û têkoşîna jiyanê didin. Li cihên ku karkerên çandiniyê dijîn av tune. Karkerên ku ligel pisgirêkên aborî û binpêkirina kedê, pisgirêka avê jî dijîn diyar dikin ku 9 mehan dixebitin lê bi vî pereyî nikarin 3 mehan debara xwe bikin.
 
‘Em navê jî nabînin’
 
Fatma Akça ya nexweşa şekir  7 mehe li Edenê ye. Fatma ji germa û axa wê bi gazinc e û got kurekî wê yê astengdar heye û bi du zarokên xwe re hatiye Edenê û ji bo wan xwarinê çêdike. Fatma xwarin û paqijiyê dike lê av tüne ye. Fatmayê wiha berdewam kir: “Li gel bêavbûnê vîrus jî derket. Jiyana me zehmetir bû. Kurekî min nexweşê gurçikan e û nebine ye. Zarokên li şîr hene. Em li wan jî dinêrin. Temenê min pêş ket, em pembû kom dikin, eşêfê dikin. Ji ber derfetê kar tüne ye em li vir  dixebitin.
 
Selvî Muslum jî ji Amedê hatiye Edenê. Selvî di 2014’an de ji ber êrîşên DAIŞ’ê ji ji Kbanê tê Amedê bicih dibe. Selvî û malbata wê bi 900 TL debara xwe dikin û piştî dewlet vê betal dike nikarin kirêya xwe bidin û ji ber vê tên pembû kom dikin. Selvî wiha dibêje: “Em perîşan bûne. Gelek germe, pêşû hene. Em du kes dixebitin. Têr nake. Em ê vegerin Amedê. Cîranên me gelek başin.”
 
‘Dema birûsk  vedide zarok ditirsin’
 
Guneş Aktaş jî destnîşan kir ku ger li Rihayê kar hebûna wê ev perîşani nekişanda û got: “7 meh e em li Edenê ne. Em sibehê zû radibin û ewil em avê bar dikin. Em îsotê diçînin, kom dikin, diqedînin û vedigerin rihayê. Piştî mehekê em dîsa tên Edenê. Dê, bav, xwişk û birayên me li Rihayê ne. Me ew hiştine û em hatin vira. Em bi zarokên xwe re dixebitin. Em zivistanê nav axê de ne. Dema birûsk vedidin zarok xwe dikin bin nivînan û ditirsin.”
 
‘Jiyana me di kon de derbas dibe’
 
Rabîa Aktaş jî daxuyakirin ku ew jî ji Rihayê hatiye û tevî ku 17 saliye 4 sale li ser erdan dixebite û wiha got: “Ger li Rihayê kar hebûna ez nedihatim vir. Xeyala min eve ku bibim mamoste. Lê niha li virim. Em westanî ji ser erd tên. Em bi du sê saet xew dîsa tên dixebitin.”
 
‘Qezenca me têrî 3 mehan nake’
 
Fîlîz Unutur jî bertek nîşanê şert û mercan da û bi lêv kir ku tu car beramberê keda xwe nagirin û got: “Rojê 80 TL digiri, ez û 6 zarokên xwe dixebitin. Qezenca me ya 9 mehan têrî 3 mehan nake.”