‘Ji bo amadekariyên zivistanê em kedekî mezin didin’

  • 09:01 5 Îlon 2020
  • Ked/Aborî
Rojda Seyidxan
 
QAMIŞLO - Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn ji bo zivistanê dest bi amadekariyan kirin û yek jî wan jinan Meryem Îbrahîm e. Meryem bal kişand ser kare ku dike û got: “Amadekariyên zivistanê zehmet lê bi bereket e. Em her sal vî karî dikin.”
 
Demsal ber bi zivistanê ve diçe û di demsala payizê de jin bi yek carê dikevin nava tevgerê. Şinkahî û berhemên xwe yên ku çandibûn radikin û jê erzaqên xwe yên zivistanê çêdikin. Bi taybetî jî li gund tevgera jinan zêdeye. Li gundê Mezrê yê bajarê Dêrikê kantona Qamişlo jin di nava xebatê de ne û erzaqên xwe yên zivistanê çêdikin. Meryem Îbrahîm ji dest bi amadekariya zivistanê dike û ji ajansa me re qala amadekariyên xwe kir. 
 
‘Em berhemên baxçeyên xwe bikatînin’ 
 
Meryem li ser amadekariyên zivistanê wiha axivî: “Demsala zivistanê nêzîk dibe û em jî amadekariyên xwe dikin. Jinên ku li gundan dijîn hemû erzaqên wan ji berhemên destê wan e. Bexçeyên ku em diçînin û darên me yên fêkiyan ji bo me debara me gelek baş e. Em her sal amadekariya zivistanê dikin û kedekî mezin didin.” 
 
‘Berê jî ev kar dihat kirin’ 
 
Meryemê wiha behsa xebata xwe kir: “Her sal ez mewîj, benî û hêjîran çêdikin. Di baxçeyê min de 40 darên tiriyê hene. Em fêkî û zebzeyên xwe li bazarê nafiroşin û ji bo pêwistiyên malê dihêlin. Ji ber erzaqên ji malê bi bereketa wan bêhtire. ”
 
‘Berhemên destan gelekî xweş e’ 
 
Meryem di berdewamiya axaftina xwe de wiha behsa rêbazê çêkirina mewîjan kir: ”Dema ku tiriyê bexçeyê min dighêje, ez dest bi çêkirina mewîj û beniyan dikim. Destpêkê em tirî dikin lib û paşê jî dikin nava ava kelandî de, bi soda mewîjan re hefteyê di nava avê de dihêlim. Piştî hefteyekê em ser merşikan radixin û li ber tavê zûha dikin. Wisa mewîjên xwe jê çêdibin. Ji bo çêkirina beniyan jî piraniya xwe jinên bakurî vê çêdikin, lê ji ber sînorê me û bakur nêzî heve em jin ji berê de ji çanda hevdû fêrbûne. Benî ji ava tirî tê çêkirin, tirî baş tê guvaştin û gelandin. Paşê jî em ard têxin navê de û careke din dikelînin. Piştî ku tê kelandin dîsa em li ber derve zûha dikim û wiha em guzên xwe dêxin navê de û dipêçin. Ev tişt di zivistanê de bi çayê re gelekî xweş dibe. Ev hemû berhemên destê jinan pêk tê.”
 
Meryem, qala dirêjiya şevên zivistanê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî:”Zivistanê şev dirêjin. Di şevên zivistanê de dema hemû zarokên me li malê kom dibin û li civata hevdu rûdinin, em van tiştên weke mewîj û beniyan bi hevdu re dixwin.  Em jî naxwazin vê çandê ji bîr bikin û bi hêviya ku her tim bê jiyankirin.”