Ji bo hevpîşeyên xwe ji koronayê mirin li çepikan dan

  • 15:27 3 Îlon 2020
  • Ked/Aborî
ENQERE - Ji bo hevpîşeyên xwe yên ji ber Kovîd-19 mirin, Kedkarên tenduristiyê yên endamên SES’ê li ber Nexweşxaneya Zanîngeha Hacettepe çalakiyek li dar xistin. 
 
Kedkarên tenduristiyê yên endamên Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) ya Şaxa Enqereyê ji bo hevpîşeyên xwe yên ji ber vîrûsa koronayê (Kovîd-19) jiyana xwe ji dest dane li ber Nexweşxaneya Zanîngeha Hacettepeyê çalakiya şermezarkirina bi lêdana çepikan li dar xist. Polîsan kedkaran asteng kir û nehişt biçin ber avahiya rektoriyê daxuyanî bidin. 
 
Kedkaran wêneyên hevpîşeyên xwe hildan û tevî astengiyan jî gotin ew dixwazin dengê xwe û rewşa xwe ragihînin û qîr bikin. Kedkaran ji bo hevpîşeyên xwe bûne qûrbaniyên koronayê rêz girtin û rewşê bi lêdana çepikan şermezar kirin û belav bûn.