Feray Aytekîn: Ji sedî 94’ê xwendekaran ji perwerdê fêde negirtin

  • 09:05 3 Îlon 2020
  • Ked/Aborî
ENQERE - Hevsreoka Giştî ya Egîtîm Senê Feray Aytekîn Aydogan da zanîn ku MEB divê bi gotinên ‘tedbîran bigirin’ sînor nemîne û berpirsyare ku tiştên pêwist bîne cih û ji bo mîlyonek mamoste tedbîr nehatiye girtin, di pêvajoya perwerda ji dûr ve de ji sedî 94’ê xwendekaran fêde negirtine.
 
Di van rojên ku vîrusa korona her diçe zêdetir dibe de Wezareta Perwerdehiya Neteweyî (MEB) daxuyakirin ku wê di 21’ê îlonê de dibistanan vebikin û ji ber vê fikarên xwendekar, malbat û mamosteyan jî zêde bûn. Li seranserê Tirkiyeyê li 34 dibistanên nû bûyerên nû hatin tespîtkirin û bi vê re hejmara dibistanê vîrus lê hatiye tespîtkirin bû 80’ê. Hevseroka Giştî ya Egîtîm senê Feray Aytekîn Aydogan bandora vê pêvajoyê ya li ser xwendekaran û helwesta MEB’ê nirxand.
 
‘Aliyê kêmderfet mexduriyetên cidî dijîn’
 
Ferayê destnîşan kir ku di pêvajoya vîrûsê de newekheviya di perwerdê de girantir bûye û got: “roj bi roj xwendekar ji perwerdehiyê dûr ketin. Xwendekarên karkerên demsalî, xwendekarên hewcedariya wan bi perwerda taybet heye, zarokên malbatên xizan, zarokên zimanê dayika wan ne Tirkî û zarokên penaber di vê pêvajoyê de pirsgirêkên cidî jiyîn. Em wek Egîtîm Sen diyar dikin ku divê ji bo pewerda rû bi rû bê destpêkirin tedbîrên pêwist bên girtin, teqez divê butçeyek pêvek bê aşkerakirin, mamoste û xebatkarên zêde bên tayînkirin.”
 
‘Hejarên pozîtîf zêde dibin’
 
Ferayê bi lêv kir ku di 24’ê Tebaxê de ji bo xebatên pîşeyî mamoste gazî dibistanan hatine kirin û ji roja 5’an şûnde hejmara pozîtîf zêde bûye û wiha berdewam kir: “Me dît ku tedbîrên pêwist nehatine girtin, stratejiyeke MEB’ê ya pêk bê tune. Fikarên me roj bi roj zêde dibin.”
 
‘Divê ewlehiya mîlyonek mamoste bê girtin’
 
Ferayê di berdewamiyê de wiha got: “Di 24’ê Tebaxê de beriya xebatên pîşeyî ên destpêkirin perwerda ji dûr ve pêkan bû û MEB’ê bi israr gazî mamosteyan kirin. Divê ji bo mîlyonek mamoste tedbîr bên girtin.MEB hewl dide bi hejmaran çîroka serkeftinê ava bike. Lê li gorî lêkolînên me xwendekaran ji perwerda dur fêde negirtine. Ji bo perwerdehiya ji dûr ve jî divê dewlet hewcedariyên wekê kompîtur, tablet û televîzyonê bi awayekî lezgîn çareser bike.”
 
‘MEB divê agahiyek zelal parve bike’
 
Ferayê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku ji bo fikarên malbat û mamosteyan bê çareserkirin tiştên divê bên kirin zelalin û wiha dawî lê anî: “Ji bo li dibistanan perwerde bidome, divê butçeyek bê veqetandin. Ji ber vê di tayînkirina mamosteyan de divê pêngav bê avêtin. Divê li her dibistanê li gorî hewcedariyê peywirdarên paqijiyê hebin, peywirdarê tenduristiyê hebe. Divê li hemû dibistanan amadekariyên revîrê bên temamkirin. Divê MEB rêbazên zanistî esas bigire û bi mamoste û malbatan re agahiyan bi awayekî zelal parve bike.”