‘Ji bo jinan projeyên îstîhdamê wê hebin’

  • 09:05 2 Îlon 2020
  • Ked/Aborî
Şehrîban Abî
 
AMED - Berdevka Meclîsa Jinan a dema nû ya DTSO’yê Seda Berekatoaglu bi lêv kir ku wê projeyên heyî bidomin û bi taybet ji bo jinan jî projeyên bi garantî yên îstîhdamê hebin.
 
Meclîsa Jinan a Odeya Sanayî û Bazirganiyê ya Amedê ji 2018’an heta niha xebatan dimeşîne. Di rojên borî de jî ji bo Berdevkiya Demî ya Meclîsa Jinê Seda Berekatoglu hat hilbijartin. Sedayê daxuyakirin ku di dema nû de bi dirûşma ‘jina hildiberîne, Ameda xurt’ wê dest bi xebatan bikin û got ji bo jinan plan û bernameyên wan yên cuda hene û wê xebatan lez bikin.
 
‘Meclîsa jinan hat meraqkirin’
 
Sedayê bi lêv kir ku bi tevlîbûna jinan a odeya bazirganiyê re, nêrîna jinê ya jinan esas digirin derketiye holê û got aborî ne di bin tekela mêran de ye. Sedayê ev tişt daxuyand: “Em dizanin ku bazirganî ne tenê karê mêran e. Ger derfet ji bo jinan bê dayîn wê tiştên gelek bi nirx pêk bînin. Di vî alî de Meclîsa Jinan a DTSO'yê xebatên xwe meşand. Vê bala jinan, saziyan, odeyên bazirganî û jinên derveyê welat kişand. Hat pîrozkirin.”
 
‘Wê nîvê 10 hezar karkeran jin bin’
 
Sedayê di berdewamiyê de ev tişt anî ziman: “Bi xurtbûna jinê re wê civak jî xurt be. Ji bo jinan wê hîn bêtir proje û xebatên me hebin. Ji 2019’an heta niha xebatên me hene. Em ê hîna jî li van xebatan zêde bikin. Ji ber vîrusê perwerdehiyên me hinek asteng bûn. Ligel vê Tesktîl OSB heye ev ji bo jinan derfetek mezin e. Ji ber di tesktîl OSB de nêzî 10 hezar îstîhdam heye û nîvê wê jî wê ji jinan pêk bê. Em ê wek meclîs şopdarê vê bin.”
 
‘Hedefa me avakirina ofîsa piştgiriyê ye’
 
Sedayê destnîşan kir ku ne tenê îstîhdam wê di şertên xebatê de jî şopdar bin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Jinên dixebitin daxwaza kreşê dikin. Em plan dikin ku berhemên jinan ên li Keçî Burcuyê bi destên jinan tên hilberandin bifroşin. Em plan dikin ku li odeya Meclîsa Jinan ofîsê ava bikin. Bêguman bernameyên me didomin. Wê projeyên me yên bi garantî yên îstîhdamê hebin.”
 
Sedayê di dawiyê de bang li rêxistinên jinan sazî û komeleyên jinan yên li Amedê kir û got ew dixwazin bi hemû rêxistinên jinan re bixebitin.