'500 xebatkarên tenduristiyê dest ji kar berdan'

  • 14:47 1 Îlon 2020
  • Ked/Aborî
ENQERE - Derbarê pêketiyên vîrûsa koronayê de Şaxa SES’ê ya Enqereyê daxuyaniyek da û gotin: "Piştî biryara 'asayîbûnê' nexweş zêde bûn û ji ber şert û mercên xebatê 500 kedkarên tenduristiyê ji karê xwe îstîfa kirine." 
 
Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) a Şaxa Enqereyê têkildarî dest ji kar berdana xebatkarên tenduristiyê ku ji ber pêketiyên vîrûsa koronayê zêde bûne daxuyaniyek nivîskî weşand. 
 
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li Enqereyê rojane hejmara pêketiyên koronayê derdora 2 hezarî ye û ji ber ku di xizmeta tenduristiyê de tevdîr nayên girtin û daxwaz nayên bersivandin kedkarên tenduristiyê dest ji kar berdidin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku piştî biryara “asayîbûnê” ya 1’ê Hezîranê ji ber zêdebûna pêketiyên koronayê 500 heb kedkarên tenduristiyê ji karê xwe îstîfa kirine. SES’ê da zanîn ku li Enqereyê rojane 20 kes jiyana xwe ji dest didin.