'Amadekariya zivistanê bi keda destê jinê xweş dibe'

  • 09:07 31 Tebax 2020
  • Ked/Aborî
Sara Şêx Hesen
 
HELEB - Komîteya Aboriya Jinê ya Kongreya Star projeya salçeya îsotan da destpêkirin. Jinên ku cihên xwe di vê projeyê de digirin dan zanîn ku ji bo amadekariya zivistanê pêwistî bi keda destê jinê heye û gotin: "Xarina ku bi destê jinan tê çêkirin tam û ekla wê cuda ye. Ji ber wê amadekariya zivistanê jî ku bi destê jinê tê çêirin xweş dibe û pêwistî bi keda destê jinê heye."
 
Her sal beriya ku zivistan dest pê bike jin di nava liv û tevgerê de ne ku pêdiviyên xwe amade bikin. Yek ji wan pêdiviyan jî çêkirina dimisa îsotan (salçeya îsotan). Bi pêşengtiya Komîteya Aborî ya Kongreya Star a bajarê Helebê Projeya Dimisa Îsotan hat destpêkirin û bi dehan jinên komînan tevlî vê projeyê bûn. Jinên ku cihê xwe di vê projeyê de digirin nêrînên xwe parvekirin.
 
'Bi ruhê komînal em tevlî projeyê bûn'
 
Ji Rêveberiya Komunê Gulê Selmo û  Zeyneb Nasir li ser amadekariya zivistinê ev tişt gotin: "Ev meh meha amadekariya zivistanê ye. Bi pêşengtiya Aboriya Jinê ya Kongreya Star ev proje hat destpêkirin û hemû jinên di komunan de cih digirin tevlî vê projeyê bûn. Niha jinên ku di komînan de cihê xwe digirin hemû ketine nav liv û tevgerê ku amadekariya zivistanê bikin. Her wiha em bi ruhê komunal tevlî vê projeyê bûne. Me beriya demekê ji bo amadekariya zivistanê gihayê Miloxî, megdûz û reçel çêkir. Amadekariya zivistanê bi keda destê jinê xweş tir dibe.  ji bo wê jî pêwistî bi keda destê jinê heye. Ev demeke Qanûna Qeyser gelek bandor li ser aboriyê kiriye û gelek malbat hene ku nikarin ji bo xwe amadekariya zivistanê bikin. Piştî ku em selçeya îsotan amade bikin, em ê bi buhayekî kêm bifroşin dikanan ku gelê me yê xizan jê sûdê bigirin."
 
'Divê jin aboriya xwe bi hêztir bikin'
 
Necîde Hemo jî ku di projeyê de cih digire wiha dibêje: "Ev proje ji bo me jinan gelek baş bû. Em hemû jin li gel hev kom dibin û bi hezkirin û kedek mezin amadekariya zivistanê dikin. Tevî ku amadekirina îsotan zahmet e jî berhemên ku em derdixin holê zahmetiya em dikişînin didin jibîrkirin. Jin di xwezaya xwe de jî ji amadekariya zivistanê hezdikin, ji ber ku herdem hesabên xwe yê dema pêş dikin. Aboriya jinê wateyek wê ya cuda heye. Divê hemû jin di aboriya jinê de cih bigirin û di warê aborî de hêza xwe zêde bikin."