Bi çêkirina reçela hêjîran dest bi amadekariya zivistanê kirin

  • 09:01 28 Tebax 2020
  • Ked/Aborî
Hêlîn Etê
 
QAMIŞLO - Fatma Mehmûd dest bi amadekariya zivistanê kir û niha reçela hêjîran çêdike û got: "Ez hêjiran baş dişom, 2 kîlo şekir û 4 kîlo hêjîr tevlî hev dikim û didim ser agir, dema hundirê hêjirê zer dibe wê demê kelê wê temam dibe. Piştî kela wê ez rojek ber rojê dihêlînim, wiha reçelê me çêdibe."
 
Jin bi destên xwe yê afrîner jiyanê zindî dike. Têkîliya jin û civakê çiqas xurt be, di heman demê de têkîliya jin û xweza jî bi hev re qewime. Jinên Rojava bi destên xwe yên kedkar dest bi amadekariya zivistanê dikin. Yek ji wan Fatma Mehmûd ji navçeya Tirbespiyê ya Kantona Qamişloye û ji bo zivistanê reçela hêjîran amade dike. Fatma di derbarê amadekariya zivistanê de nêrîna xwe bi me re parvekir.
 
'Gelek sûdên hêjîran heye' 
 
Fatma di destpêka axaftina xwe de behsa dara xwe yê hêjiran kir û wiha got: "Ez li navçeya Tirbespiyê ya Kantona Qamişloyê me. Min darên hêjiran beriya 15 salan çandiye û ez gelek sûd ji vê darê digirim. Gelek sûdên hêjîrê ji bo tenduristiya mirovan heye. Fêkiya hêjiran gelek vîtamîn di nava xwe de dihewîne, rengê wê mirovan kêyfxweş dike, made, şekir û ji dil re jî baş e. Her wiha hêjîra hişk jî ji bo laşê mirovan, hestî û ji dextê xwînê re baş e. Reçela hêjiran jî ji kuxik û êşa qirikê re baş e."
 
'Hêjîran hişk dikin û reçel çêdikin'
 
Fatma di dewama axaftina xwe de behsa çêkirina reçela hêjîran kir û wiha axivî: "Du cureyên hêjîran heye yek rengê wê zer e û ya din jî reş e. Dara ku min çandiye gelek baş e û em her sal jê dixwin, hişk dikin û reçelan çêdikin. Her wiha ez berhêmê hêjîran li cîranan jî belav dikim. Ez di destpêkê de hêjîran baş dişom, paşê 2 kîlo şekir û 4 kîlo hêjîr tevlî hev dikim û didim ser agir, dema hundirê hêjîrê zer dibe wê demê kelê wê temam dibe. Piştî kela wê ez rojek ber rojê dihêlînim, wiha reçelê me çêdibe. Her wiha ligel reçelê em tirşînê çêdikin û bacanên reş jî hişk dikin ji bo zivistanê radikin. "
 
Fatma herî dawî diyar kir ku bi destê jinê her tişt xweşe û wiha bi dawî kir: "Dema ku keda jinê ji malê be her tişt xweş dibe, ji ber tiştên ku destê jinê tê çêkirin paqij e. Ew hezkirina ku jin di malê de ji bo malbata xwe pêdiviyan amade dike, dihêle ku rihekî cuda bi xwe re bide avakirin. Weke çandeke jin di civakê de bi xwe re dide avakirin ku her jinek di mala xwe de xwedî berhem be. Ji bo wê em dikarin bêjin ku sûdê me ji destê me be, keda me jî pêre xweş dibe."