‘Ez dixwazim jin hewcedarî kesî nebin'

  • 09:03 25 Tebax 2020
  • Ked/Aborî
AMED - Mercan Fîndan ya li Bazara Taxê ya Jiyan bû xwediyê kar, bi pereyê ji vir tê zarokên xwe dinêre. Mercan wiha dibêje: “Ez beyî hewcedarê mêr bim, nan dibim mala xwe.”
 
Şaredariya Bajarê Mezin Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ya Amedê di 2013’yan de ji bo jinên ku rastî şîdetê hatine û ji bo debara xwe bikin projeya Bazara Taxê ya Jiyan xist jiyanê. Bi saya projeyê gelek jin bûn xwedî derfetên kar. Jinên li Bazara Taxê ya Jiyan dixebitin her yek çîroka wan cudaye. Mercan Fîdan jî yek ji wan e.
 
Mercan sibehê zû radibe û ewil diçe hala sebzeyan. Sebzeyên ji wir digirin bide ser tezgaha bazarê û dema sebzeyên wê diqede cardin diçe halê. Mercan diyar dike ku ji ber krîzê karê wan wek berê namşe û got: “Carna em zirarê dikin û diçin malên xwe.” 
 
Mercan ku sê zarokên wê hene yek nexweşê dil e. Mercanê bi lêv kir ku zarokekî wê neçar maye emelyet bibe û got: “Sedema evqas têkoşîna e jî zarokên me ne. Em dixwazin di şertên herî baş de bijîn.” Mercanê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Berê ez li bazarê bi rojane dixebitîm. Piştre min tezgah girt. Min wisa karê xwe ava kir. Ji ber pandemiyê me zehmetî kişand. Carek din sînorkirin bên em nizanin ku em çi bikin. Ji ber qadê debara me tên girtin. Bi vî awayî jî em nikarin hewcedariyên xwe bînin cih. Di pêvajoya pandemiyê de em nizanin çi bikin.”
 
Mercanê bi lêv kir ku divê beramberê keda jinê hebe û got ew her çiqas di karê ku dike de zehmetiyan bikşîne jî têkoşîna dide wê kêfxweş dike û wiha dawî lê anî: “Ez beyî hewcedarî mêr bim nan dibim mala xwe. Bang li hemû jinan dikim. Ez dixwazim bila jin li ser piyan bisekinin û hewcedarê kesî nebin.”