Di bin siya qeyrana aborî de jiyana jinan

  • 09:04 16 Tebax 2020
  • Ked/Aborî
Medya Uren
 
AMED - Di van rojên ku qeyrana aborî gihiştiye lutkeyê me ji jinan rewşa wan pirsî. Jinan diyar kirin ku ew di bin siya qeyrana aborî de rojên dijwar derbas dikin û gotin: “Ji ber bê kariyê û xizaniyê zarokên me dikevin riyên ne baş.”
 
Li Tirkiyeyê her ku diçe qeyrana aborî dibe sedema pirsgirêkên mezin yên civakî. Çiqasî li gorî daneyên TUÎK parve dike û dibêje bêkarî kêm bûye jî bi şewba koronoyê re dolar û zêr jî buhayên wan zêde bûne. Li gorî vê hemû qadên civakê jê bandor bûn û bêkarî jî zêde bû. Bi taybet li Amedê ji ber ku  kar gelek kêm in malbatên xizan zêde dibin. Êdî di her kuçeyê de kesên bê avahî yan ji birçî hene.
 
Di derbarê rewşa aboriyê de me li Rezana Amdê ji jinan pirs kir. 
 
‘Ji bo jinan kar gelek bi sînor in’
 
Hatîce Onera (61) ku ji karê taybet teqawît bûye û bi tenê dijî wiha qala rewşa xwe ya aborî kir: “Ez di bin sînorê birçîtiyê de mûçe digirim. Temenê min mezin dibe û divê ji îro şûnde min jiyanek hêsantir bijiya. Lê mixabin ji ber qeyrana aborî em tengezariyên mezin dijîn. Ji ber nexweşiyên xwe yên kronîk ez nikarim êdî di karekî de jî bixebitim. Ango di vî çaxî de ger tu di kîrayê de bî û debara te ne baş be jiyana te tune ye. Ez kesek bi tenê me lê bi hezaran malbat hene li derodora me, dema ez dibînim ez şukur dikim. Rewşa Tirkiyeyê her ku diçe ber bi xerabiyê ve diçe. Bi taybet jî ji bo jinan kar gelek bi sînor in.”
 
‘Di xakek wiha dewlemend de çawa kar tune ye?’
 
Hatîce got ez bi vê mûçeyê nikarim kîra, pereyê ceyran û ava xwe jî bidim û wiha berdewam kir: “Li cihekî weke Tirkiyeyê dewlemend  çawa ewqas bêkarî zêde dibe em nizanin. Lewra ji bo ku li ser van yekan were rawestîn û zoriyên gel werin nîşankirin belkî were pêşkêşkirin. Pêwîst e medyaya civakî bêhtir pirsgirêkên civakê vebêje. Niha gel perîşan dibe û kesek riyên çareseriyê pêş naxe. Ji vî temenî şûnde ez bêhtir zehmetiyan dibînim, daxwaza min ew e ku ji bo jiyanek hîn baştir ji bo gel bibim alîkar. Çi di aliyê bilindkirina muçeyê de be, çi ji di aliyê afirandina vebijêrkên kar de be. Jiyana em dixwazin me tucar nejî. Yan em xebitîn yan jî îro em vê rezîliyê dijîn.”
 
‘Ji ber bêkariyê ciwan karên xerab dikin’
 
Hatîce Kiziltepe (53) ya ku karê demsalî dike jî wiha qala qeyrana aboriyê dike: “Hûn avahiyên me yên Rezanê dibînin ku em hinek dewlemend bibin em ê di van xaniyan de ne rûnin. Tev malbatên hejar yên ku ji gundan koç kirine ne. Piranî debara xwe bi karên demsalî yan jî di fabrîqeyan de dikin. Ji bo 5 quruşan em diçin bajarên biyanî dixebitin, karê çandiniyê dikin. Ameda ku di aliyê çandiniyê de bajarê 3’yem e jî em berhemên wê nabînin. Ne karek ne jî fabrîqeyek tê de heye. Em hemû betal in. Bi taybet jî ev rewşa bêkariyê bandora xwe li ser ciwanan dike. Hemû ciwanên me ji bo bi rêyek hêsan diravekî baş bistînin dikevin rêyên şaş. Ji sedî 90’ê wan bûne esrarkêş.  Ev jî berhemên bê karî û qeyranê ne. Lê ev qeyran bi tu awayî bandorê li dewlemendan nake.  Tenê xizanên weke me pê tune dibin.”
 
‘Em ê ji birçînan bimirin’
 
Hatîceya ku ji karên demsalî hatiye dîtîye ku gelek alavên wê hatine dizîn. Hatîce got em em hertim mexdûr dibin û wiha berdewam kir: “Em diçin dixebitin û li cihê kar rastî muameleyên xerab tên. Ger li wan cihan tu bibêjî ez Amedî me û kurd im êdî her tiştê xirab li te dikin. Em rastî nêzîkatiyên nîjadperest û zayendperest jî tên. Mêtingeriyeke mezin li ser keda me didin meşandin. Vê carê jî ez çûm ji bo karê gîlaza, li wir em bi qasî 20 kes di hindirê 2 odeyan de diman. Ji ber me nekarî em kîraya wê avahiyê ji bidin me 20 karkeran avêtin derve. Li wir em neçar man ku vegerîn Amedê. Dema ez hatime jî min dît mala min belav b3uye û diziya min kirine. Em ji dêrê û ji mizgeftê jî bûn. Rewşa me ev e. Divê li Amedê vebijêrkên kar werin afirandin. Yan na em ê hemû ji birçînan bimirin.”
 
‘Çandinî û lawirvanî miriye’
 
Mihbet Îpek (71) ku bi mûçeyê sê mehan yê kalbuyînê re debara xwe dike jî wiha dibêje: “Em berê li gundê Qulpê ê ku girêdayî navçeya Lîceyê bûn. Di serdema şerên 90’î de gundên me şewitandin û gefek mezin li ser gundiyan didan meşandin. Em neçarbûn ku ber bi bajaran ve werin. Jixwe hûn li Rezanê bigerin hûn ê bizanin ku ji sedî 90’ê wan koçberên gundan in. Em hatin bajaran em xizan û hejar bûn. Tiştekî me nema, me ji sifirê dest pê kir. Lewra li gundan jiyanek me ya xweş hebû. Hertişt bi pere nînbû. Me bi keda destê xwe hemû xwarina xwe û pêwîstiyên xwe diafirand. Pêwîstiya me ne bi karê ji derve ne jî bi marketan hebû. Hertiştê me xwezayî û baş bû. Piştî koçberiyê tiştek weke berê nema. Çandinî û lawirvanî mir. Gundiyên ku haya wan ji qeyranan tune bû di roja îro de kesên ku herî jê bandor dibine.”
 
'Êdî jiyan biha bûye'
 
Mihbetê di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Êdî kesê min jî nemaye. Ez di jêrzemîna avahiyê de dimînim. Roj û şeva min li ber van dîwaran dibore. Êdî kar û xebat ji me nayê. Xaniyê min hema diherife, her cihê wê rutûbet girtiye. Ez tê de nexweş dikevim. Bi mûçeyê kalbunê jî hema ez îdareya xwe ya rojane dikim. Ger ez îro li gund bama wê jiyanek aramtir paya min ba. Hem hewayek paqij hem ji jiyanek baştir. Êdî li van deran her tişt bûye pere û jiyan biha bûye.”
 
‘Êdî em nikarin mesrefa nexweşxaneyê jî bidin’
 
Meyrem Karacadag (55) 7 zarokên wê heye di kîrayê de jiyanek zehmet dijî. Lawê wê yê ku zewiciye û xwedî malbat e berî salekê di pevçûneke de bêy ku têkeve nav  gule dixwe û birîndar dibe. Piştî birîna xwe êdî lingê wî felç dimîn e. Malbata Meyrem debara xwe bi mûçeya teqwitbûyinê ya hevjînê xwe dike têkildarî zehmetiyên dibîne wiha dibêje: “Dahatiya me hemû ev mûçeyê teqawitbûyinê ye. Bi wê re em malbatek mezin xwedî dikin, lawê xwe yê birîndar û malbata wî, herwiha xwendevanên me hene û kîraya xwe didin. Heta meha were em ji derû dor û cîranan deyn dikin, meha were jî em deynê xwe didin û cardin deyn dikin. Hemû debara xwe bi deynan re dikin. Ger bi mûçeyê em distînin  be em ê ji birçîna bimirin. Lawê min birîndar bû me ne tazmînat girt ne jî me kesê ku wisa kiriye dît. Bi wî re em mexdûrtir bûn, êdî em nikarin mesrefa nexweşxaneyê jî bidin.”
 
‘Ez kar dixwazim’
 
Meyremê got divê ji bo jin û ciwanan bêhtir vebijêrkên xebitînê werin afirandin û wiha berdewam kir: “Niha li Rezanê bigerin, hûn ê bibînin ku ji sedî 90 kes bêkar in. Ji ber vê bêkariyê û qeyrana aborî zarokên me dikevin nava karên xirab. Ev qeyrana aborî wisa berdewam bike wê fermana me rabe. Ez kar dixwazim, ez mûçeyek baştir dixwazim. ”