'Bi çandiniyê re em çanda jinê diparêzin'

  • 09:05 15 Tebax 2020
  • Ked/Aborî
Hesna Mihemed
 
ŞEHBA - Jina bi navê Newroz Henan a ku bamî li pêşiya mala xwe çandiye anî ziman ku şênkayî û çandin di jiyana wê de xwedî wateyeke girîng in û wiha got:"Bi çandiniyê re canê mirovan rehet dibe û bi keda jiyanê re em dikevin nava tevgerê. Bamî xweş e û mirovan ji nexweşiyan diparêze." 
 
Çandinî yek ji rêbazên domandina jiyanê ye û jin di vê qadê de kedeke mezin dide. Jina bi navê Newroz Henan a li gundê Til Qirehê yê Şehbayê  dijî bi çandiyê mijûl dibe. Li pêşiya mala xwe bamye diçîne û pê debara xwe jî dike. Têkildarî xebatên xwe û keda ku di ber çandiniyê de dide Newroz  Henan ji me re axivî. 
 
'Bi çandiniyê re em çanda jinê diparêzin'
 
Newrozê da zanîn ku bi rêya çandiniyê ew çanda xwe diparêze û wiha domand: "Em bi çandina şênkahiyê re çanda jinê diparêzin.  Niha em li Şehbayê bi cih bûne, lê dîsa karê xwe yê  çandiniyê didomînin. Li Efrînê  jî me ev kar dikir. Min li pêşiya mala xwe şênkahiyên xwe çandiye, da ku ez hewcekarî derve nebim. Bamye tama wê pir xweş e û ji bo zivistanê em weke erzaq hiltînin. Bi çandiniyê re canê mirovan rehet dibe û bi keda jiyanê re em dikevin nava tevgerê."
 
'Lli Efrînê me baxçeyên mezin diçandin'
 
Newrozê bal kişand ser sûda ku ji çandina bamye digire û wiha pê de çû: “Mirov dikare gelek sûdê ji bamye bigire, ji ber laşê mirovan ji nexweşiyên sereke wek şekir û pençeşêrê diparêze. Ev şênkahî şîn jî tê xwarin û hişk jî tê xwarin.  Dema em li Efrînê bûn me baxçeyên mezin ên zebzeyan diçand.  Lê li vir derfet kêm in lewma baxçeyên biçûk me çandine û em debara mala xwe jê dikin.”