Esnafên jin ji ber krîzê dikanên xwe digirin

  • 09:05 14 Tebax 2020
  • Ked/Aborî
MÊRDÎN - Krîza aboriyê bi pêvajoya vîrûsa koronayê bêtir kûr bû. Jinên ku esnafiyê dikin ji ber krîza aboriyê bi gazincin û gotin: "Em êdî nikarin hewcedariyên xwe bigirin. Em naxwazin azadiya aboriya me ji destê me biçe. Divê ji bo esnafên jin bi taybetî alîkarî bê dayîn." 
 
Di pêvajoya pandemiyê de herî zêde esnaf mexdûr bûn û bi taybetî jî esnafên jin. Krîza aboriyê ya ku pêşiya pandemiyê hebû bi pandemiyê re bêtir kûr bû. Gelek esnafên jin neçar man ku dikanên xwe bigirin. Jinên ku esnafiyê didomînin jî di nava zor û zehmetiyên de dijîn. Ozden Damar li navçeya Qosera Mêrdînê esnaftiyê dike. Ozden, destnîşan kir ku ji bo jin azadiya aboriya xwe winda nekin divê li dijî krîzê gavek bê avêtin. 
 
Ozden 3 sal in di sektora teknolojiyê de dixebite û Ozden jî wekî bi hezaran esnafan di pêvajoya pandemiyê de bi zehmetiyên dijwar re rûbirû ma. Ozden, wiha nêrînê xwe anî ziman: "Bi taybetî di vê pêvajoyêd e jin, zarok û kesên temên mezin bi bandor bûn. Dema em niha li herême dinêrîn hejmara esnafên jin kêm bûye. Di vê demê de gelek esnafên jin dikanên xwe girtin. Ji ber ku deyn hebû û nedikarin kireya dikanên xwe bidin."
 
Ozden, di axaftina xwe de bal kişand ser piştgirî dayîna esnafan û got: "Divê bêtir ji bo esnafên jin piştgirî bê dayîn. Di dema mexdûriyetê de divê di serî de jin bê fikirandin. Ez debara mala xwe dikim. Ez dixwazim ji bo îstîhdama jinê qadên nû bên vekirin. Her kes jî dizane ku jin bêtir dikare aboriya malbatê birêve bibe. Ji ber vê jî jin dema di qada kar de cih bigire dê bêtir baş bibe. Em naxwazin dikanê xwe bigirin di vê pêvajoyê de. 3 salên dawiyê em di nava krîza aboriyê de nin û ev bandorê li me dike." 
 
Xwedî kargehê Gulistan Çoşkun, jî destnîşan kir ku di pêvajoya pandemiyê de nekarîne ku kireya dikana xwe bidin û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Ji ber vîrûsê hejmara muşteriyan gelekî kêm bûn. Di vê pêvajoyê de azadiya aboriya me jinan têk çû. Em niha nikarin hewcedariyên xwe bigirin. Ji ber vê jî divê herî zêde ji bo jinan piştgirî bê dayîn. Heke rewşa aboriyê wisa be em ê berê xwe bidin malê."