'Em li ser çêkirina penîr jiyana xwe dewam dikin'

  • 09:01 13 Tebax 2020
  • Ked/Aborî
Rojda Seyidxan
 
QAMIŞLO - Jina bi navê Resmiya Husên li ser çêkirina penîrê şor anî ziman ku gelekî bi ekil e û wiha got: "Em gelek cureyên penîrê şor bi destên xwe çêdikin. Em li ser çêkirina penîr û firotina wê dabara malbata xwe dikin."
 
Bi nêzîkbûna demsala zivistanê re jinan dest bi çêkirina xwarinên zivistanê kirin. Dayik bi vê mebestê bi çêkirina wekî bamî, tirşo, kundir, mekdûs û çêkirina penîrê şor amadekariya zivistanê dikin. Jina bi navê Resmiya Husên a ji gundê Cilo ya girêdayî bajarê Dêrikê ya Kantona Qamişloyê amadekariya zivistanê dike. Resmiya girêdayî çêkirina penîrê şor e nêrîna xwe parve kir.
 
‘Penîrê şor bi gelek awayan bi destan tê çêkirin’
 
Resmiya li ser çêkirina penîrê şor wiha got: "Em penîrê şor bi gelek awayan bi destên xwe çêdikin. Destpêkê em pezê xwe didoşin, paşê em şîrê pez parzon dikin da ku şîr paqij bibe, paşê em havên taybet bi penêr tevlî şîr dikin û em dixin parzonan û du saetan dihêlin da ku şîr hevdu bigire û bibe penîr. Em di rojê de sê caran parzonê ku me çêkiriye parzon dikin da ku ava zêde ji parzonan derkeve."
 
'Penîrê kezî jî ji cureyên penîrê şor e'
 
Resmiya di dewama axaftina xwe de balkişand ser penîrê kezî û wiha dom kir: "Her wiha em kevirekî giran datînin  ser parzonan ji bo hemû av derkeve, paşê em deh saetan dihêlin ji bo bibe penîr. Piştî ku dibe penîr em dikin kûpên biçûk û xwê li ser dadikin ji bo xera nebe. Em gelek cureyên penîr çêdikin, wek penîrê kezî  ku tê kelandin û em dikin weke rengê keziyan, xwê dikin û reşreşkan bi ser dadikin."
 
'Bajarê Dêrikê bi penîrê sîrik tê naskirin'
 
Resmiya li ser çêkirina penîrê sîrik axivî û wiha dewam kir: "Bajarê Dêrikê û gundên me bi penîrê sîrik tên naskirin. Piştî ku em penîr bi destan hûr dikin em sîrên kesk û giyaya çûng a ku li ser çeman şîn dibe tevlî nava penîr dikin. Her wiha em mastê ziwa tevlî dikin da ku xera nebe, piştî ku em hemû tiştan dixin nava hevdu, em penîrê sîrik baş dixin bîdonan ji bo ku ba nekeve bîdon û penîr xera nebe. Herî dawî em bîdonan dixin di bin axê ji bo bikezide û li ser şiliya wê biparêze."
 
'Em li ser çêkirina penîr jiyana xwe dewam dikin'
 
Resmiya li ser xwarina bi navê şijik jî axivî û wiha got: "Em ji ava penîr jî xwarina bi navê şijik çêdikin, em yan xes an jî tolik tevlî nava ava penîr dikin û di nava hevdu de em dikelînin heta ku hinekî hevdu digire. Paşê em parzon dikin heta ku baştir hevdu digire û ji bo xwarinê amade dibe. Bajarên me bi çêkirina penîr tê naskirin. Her wiha em li ser çêkirina penîr û firotina wê dabara jiyana xwe dewam dikin, wek ku dibêjin mûneta malê rehetiya balê ye."