'Di baxçeyê xwe de 25 sal in hilberînê dike'

  • 09:10 12 Tebax 2020
  • Ked/Aborî
DÊRSIM - Gulten Gunduz 25 sal in li gund bi sewalkarî û sebzeyên ku diçîne debara xwe dike. Gulten, destnîşan kir ku heke dewlet piştgiriyê bide cotkarî û sewalkariyê dê hilberîneke xurt derkeve holê. 
 
Gundiyên Koterîça Mazgirta Dêrsimê debara xwe bi sewalkarî û sebzeyên ku diçînin pêk tîne. Ji ber polîtîkayên sewalkarî û çotkariyê gundî pirsgirêkên dijwar dijîn û hewl didin ku li ser piyê xwe bimînin. Gulten Gunduz li gundê Koterîçê dijî. Dema mirova berê xwe dide gund xweşîkiya baxçeya Gultenê bala mirovan dikişîne.  Gulten ji ajansa me re behsa karê xwe yên rojanê kir. 
 
Gulten, di destpêka axaftina xwe de qala baxçeya xwe kir û got: "Ez sewalkariyê dikim. Şîr û mast rûnê xwe difiroşim û pê debara xwe dikim. Her wiha ez cotkariyê re jî mijûl dibim û di baxçeya min de gelek cureyên sebzeyan hene. Ez sebzeyên xwe jî difiroşim. Ez îsot û fasûliyê hişk dikim û bi bacanê sor jî salçe çêdikim. Li vir her tiştî organîk e."
 
Gulten di axaftina xwe de bal kişand ser hilberînê û wiha axivî: "Ez dixwazim her tişt organîk be. Reçel, bastix û dims. Ez dimeha tebaxê de dest bi karê hişk kirina sebzeyan dikim. Di meha cotmehê de jî tirşînê çêdikim. Ez 25 sal in vî karî dikim. Lê belê 5 sal in jî bêtir bi vî karî re mijûl dibim. Ez hez karê xwe dikim, hez şînahiyê û xwedîkirina ajalan dikim."
 
Gulten, destnîşan kir ku tu alîkariyê nagire û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dewlet alîkariyê nade çotkarî û sewalkariyê. Divê piştgiriyê bide cotkariyê. Heke bi her awayî alîkariyê bide dê hilberîneke xurt derkeve holê."