Havînê li ser erdan, zivistanê li dibistanan

  • 09:09 10 Tebax 2020
  • Ked/Aborî
Fîlîz Zeyrek
 
EDENE - Emîne û Gulçîn yên li Edeneyê li ser erdan dixebitin, diyar dikin ku havînê li ser erdan zivistanê jî li dibistanê derbas dikin. Xwişkên hev Gulçîn û Emîne Şen yên ji bo xwendinê li Edeneyê di bin germahiyê de li ser erdan dixebitin, ji bo wan bihabûna jiyanê, zêdebûna bihayên lêçûnên perwerdehiyê ne.
 
‘Em neçarin bixwînin’
 
Gulçîn diyar dike ku ew dixwaze bibe avahîsaz û ji bo vê jî neçar e bixebite û got: “Lêçûnên zanîngehê zêde ne. Ji bo vê divê em bixebitin. Ez bi salane ji bo xwendinê wisa dixebitim. Ez ê berdewam jî bikin. Em her roj bi hev re tên vir bamya kom dikin. Em sibehê zû radibin û heta piştî nîvro dixebitin. Em ji german zor û zehmetiyan dikşînin. Em rojê 60-70 kîlo kom dikin. Toza bamyeyan dikeve çavên me. Çavên me diêşin. Ji ber vê em her tim nexweş dikevin. Ez 18 salî me ji 13 salî de dixebitim.”
 
‘Li Tirkiyeyê pir zehmet e’
 
Emîne jî wek xwişka xwe ji bo xwendinê dixebite û got: “Ez dixwazim Tipê bixwînim. Ji ber vê divê ez bixebitim. Divê beriya her tiştî perwerde bê pere be. Lê mixabin hêvî tune ye. Li Tirkiyeyê her tişt pir zehmet e. Em 10 xwişk û bira ne. 4 heb zewicî ne. Ez ji bo lêçûna dibistana xwe dixebitim. Em sibehê saet di 4’an de radibin. Em diçin malê paqijiyê dikin, firaxan dişon.”
 
Dayika wan Sevîn jî li ser erd dixebite. Sevîm wiha dibêje: “Em kîloya wê bi 7 lira difroşin, lêçûna me bi zorê derdikeve. Lê em ji bo debara xwe neçarin bixebitin. Me ji Çêrmûka Amedê koçî vir kir. Derfet hebûya ez ê vegerama welatê xwe.”