‘Xizanî zêdeye aborî têk çûye’

  • 09:08 10 Tebax 2020
  • Ked/Aborî
Gulîstan Azak
 
STENBOL - Jinan bertek nîşanê krîza aborî dan û diyar kirin ku desthilatdarî ji vê berpirse û gotin: "Mûçeyê kesekî têrî fatureyan nake û got pergala welat guheriye, her tişt biha bûye."
 
Li Tirkiyeyê piyasaya hundir tu carî evqas neketibû tevgerê, her wiha vîrûsa korona nakeve bin kontrolê û polîtîkayên şer yên tên meşandin bandorek mezin li ser piyasê dike. Serokomarê AKP’î Tayyîp Erdogan di rojên borî de îfade kir ku krîz ji polîtîkayên şer pêk tê. Di vê pêvajoya ku xizanî li Tirkiyeyê derketiye asta herî jor, daxuyaniya Erdogan ya wekê ‘Tirkiye bilind dibe’ rê li ber bertekên rayagiştî vekir.
 
Sala borî van dema grama zêr 260 TL bû niha bûye 487 TL, çeyrek jî bû 850’yî. Ev pala di pisayê de bandor li ser motorînê jî kir. ji bo lîtreya motorînê 16 kuruş zem bû. Me Stenbolê li Sûka Girtî û Qada Emînonu nêrîna gel di vê mijarê de girt.
 
‘Berpirs desthilatdariye’
 
Nur Sayin balkişan ser krîza aborî û got wê hîn zêdetir zem bê kirin û got: “Aboriya welat têk çûye. Wê encamên hîn girantir bên. Berpirsê vê desthilatdariye. Zêr biha dibe. Wê hîn bihatir bibe. Sedema wê jî li holê ye. Welat ji hilberînê dûr xistin. Aborî her diçe xera dibe. Betalî zêde dibe.”
 
Elîf Karakoyun jî destnîşan kir ku gotinên ‘aborî bilind dibe’ rastiyê nîşan nade û ji bo pirsa me ya ‘plana we ya girtina zêr hebû gelo?’ got: “Pere tune ku bibe zêr. Xwezî pere hebûna ku me jî bikira zêr.”
 
Semayê Guler jî bertek nîşan da û got mûçeyê kesekî têrî fatureyan nake û got pergala welat guheriye, her tişt biha bûye. Semayê wiha got: “ Dolarê min tune, zêrên min tune. Ez teqawîtim. Ez mehane hezar û 500 digirim. Ji ber vê ez zêde nizanim. Lê wisa xuyaye ku wê hêj zêdetir biha bibin.”