Amadekariya komkirina titûnê li Xursê dest pê kir

  • 09:04 8 Tebax 2020
  • Ked/Aborî
MÊRDÎN - Tituna Xursê ya bi kalîteya xwe tê zanîn li Geliyê Xursê ya Qoserê tê çandin û niha dest bi komkirinê dikin. Ji komkirinê heta kar û barên wê yêndin jin kedek mezin didin û her wiha ev çakaniya wan ya herî mezin a debarê ye.
 
Li Geliyê Xursê ya Qoserê ya Mêrdînê bi salane titûn tê çandin û îsal jî ji bo komkirina wê amadekariyan dest pê kir. Gelî di ji gihiştina hev a gelek gundî pêk tê, bi erdên xwe yên titûnê balê dikşîne. Welatiyên li gelî dijî bi titûnê debara xwe dikin. Jinên sibehê zû radibin diçin ser erdê titûnê.
 
Hedo Aslan ya li gundekî gelî dijî diyar kir ku sibehê saet di 04.00’an de bi malbata xwe re tê ser erdê titûnê û got: “Em belgên titûnê kom dikin dikin bin kon. Piştre em belgan derbasî ben dikin û di dîrekan ve didaliqînin. Piştre em di bin tavê de dihêlin ku zer bibe. Dema hişk dibe em dem bi dem bi hinek av şil dikin. Piştî ev diqede em titûnê dikin pakêt û ji bo hêranê di makîneyan de derbas dikin.”
 
Em sibehê tên êvarê diçin’
 
Hedo bi lêv kir ku ji destpêka kar heta dawî jin kedek mezin didin û got: “Di her asta kar de jin cih digirin. Em sibehê tên êvarê diçin. Destê me ji ber belgên titûnê reş dibin. Lê em hêdî fêr bûne. Em ji zarokatiya xwe de vî karî dikin. Em nekin debare nabe."
 
‘Eleqeyek mezin dibîne’
 
Hedo balkişand ser titûna Xursê û wiha got: “Titûna vir bi kalîteye. Ji ber vê her kes dizane. Em dema diçînin, kom dikin û paqij dikin em gelek baldar dibin. Em kedek mezin didin lê bazircan ji me pirtir qezenc dikin. Em nîvê keda xwe jî nagirin. Lê em her sal jî diçînin.”