Jinên li dermanxaneyan dixebitin: Em xurtir in

  • 09:06 6 Tebax 2020
  • Ked/Aborî
AMED - Dermakar Şeyda Uysal li Sûrê dermanxane vekir û tenê bi jinan re dixebite û ji jinan re qada îstîhdamê diafirîne. Şeydayê da zanîn ku ji jinan hêzê digire û wiha got: “Jinên xwedî derfetên kar in divê ji jinên din re jî bibin alîkar. Ez li vir bang li karsazên jin dikim.”
 
Şeyda Uysal ku Fakulteya Dermankariyê ya Zanîngeha Yenî Yuzyil a Stenbolê qedand, vegeriya Amedê li Sûrê dermanxane vekir û ji bo qada îstîhdamê ji jinan re vebike bi jinan re dixebite. Şeydayê got bi jinan re xebat hêzê dide wê.
 
‘Hêzê dide min’
 
Şeydayê bi lêv kir ku bi jinan re xebat hêzê dide wê û wiha pê de çû: “Dema min dermanxane vekir, fikra min ya ez bi jinan tenê re bixebitim tunebû. Lê piştî ez bi mêran re xebitîm ez fikirîm ku bi hevzayendên xwe re bixebitim wê hîn baştir be. Ez niha kêfxweş û aram dixebitim. Ew hêzê didin min ez hêzê didim wan.”
 
‘Hewce bi rêveberiya hinekan tune ye her kes peywira xwe dizane’
 
Şeydayê wiha berdewam kir: “Dema mirov li dermanxaneyan dinêrin zêde xebatkarên jin tune ne. Wek karê mêran tê dîtin. Di civakê de jî nêrînek wisa heye, ji bo cihek bi rê ve biçe divê mêr li wir bixebite. Li her cihê xebatê belavkirina pewyirê heye her kes peywira xwe dike. Yanî hewce bi rêveberkirina kesî tune ye. Ez bi jinan re dixebitim û ev min aram dike. Cihê lê jin dixebitin li gorî min performans jî aramî jî zêde ye. Dema jin tên dermanxaneyê dibêjin wê êdî bên vir. Yanî xwe di ewlehiyê de dibînin.”
 
‘Em neçar man gavek şûnde dest pê bikin’
 
Şeydayê her wiha daxuyakirin ku jin di jiyana pîşeyî de her tim gavek şûnde li pey mêran dest pê dikin û got: “Di pêşerojê de derfet bikevin destên min ez ê ji jinan re cudahiyê  bikim. Divê jin û mêr her tim wek hev bin. Em jin her tim li dawî man. Ez ê ji bo vê ji bo jinan bibim piştgirî. Ger jin pêş bikevin wê civak jî pêş bikeve. Ez bang li karsazên jin dikim ku ji jinan re bibin alîkar derfetên kar bidin jinan.”