Jinên hedef dikin qada îstîhdamê biafirînin li bende piştgiriyê ne

  • 09:11 2 Tebax 2020
  • Ked/Aborî
Hihmet Tunç
 
WAN - Herdem Oner û Elîf Oner yên ku çewalek hirî kirin doşek û lihîf, sê sale tevî zehmetiyan hewl didin dukana xwe li ser piyan bigirin. Her du jinên hedef dikin qada îstîhdamê biafirînin li bende piştgiriyê ne.
 
Jin ji bo di qada jiyana xebatê de cih bigirin têkoşîna xwe li her derê didomînin. Herdem Oner û Elîf Oner jî ji bo debara xwe dukan vekirin û ji bo vê têdikoşin. Herdem û Elîfê li taxa Xaçort a Îpekyol a Wanê sê sale dukan vekirine û her sibeh zû dest bi kar dikin. Herdem û Elîf carna heta nîvê şevê dixebitin û rojê herî zêde 4 lihîfan didirûn. Lihêfekê bi 20 TL difroşin û niha ji ber krîz û pandemiyê karê wan nebaş e û diyar dikin ku ew beramberê keda xwe nagirin.
 
Herdem û Elîf bi pereyê qezenc dikin kirêya dukan û malên xwe didin. Pereyê dimîne jî lêçûna mala xwe dikin. Her du jin hewl didin ku ji bo jinan qada îstîhdamê ava bikin.
 
‘Em bi hesreta warê xwe vegeriyan Wanê’
 
Herdem û Elîf yên li gundê Axula ya Zoanên Norduz a Payîzava a Wanê dijîn di salên 90’î de neçar dimînin koç bikin. Elîf ewil koçî Stenbolê dike û 6 sal şûnde vedigere Wanê. Piştî vedigere Wanê dizewice û 4 zarokên wê çêdibin. Elîf demekê ligel malbata hevjînê xwe dimîne û ev 15 sale jî di kirê de ye.
 
Çewalek hirî veguherî qezencê
 
Elîfê got ji ber hevjînê wê karkerê înşatê bû neçar maye ew jî bixebite û wiha pê de çû: “Ez çûm mala dayika xwe ya zozanan. Çewalek hirî dan min. Min jî ev kir lihîf û firot. Piştre min û xizma xwe Herdemê bi hev re kargerî vekir. Di bin xaniyê min de di odeyek vala de me dest bi çêkirina lihîfan kir. Eleqe dîtin. Mirovan karê me ecibandin.”
 
Elîfê wiha got: “Karê me karekî zehmet e. Em sibehê saet di 08:00'an de dest pê dikin. Carna heta nîvê şevê em dixebitin. Carna em rojê 4 lihîfan çêdikin. Kedek mezin dixwaze. Di dawiya rojê de em 20 TL digirin. Carna em alav digirin û tenê serî kesî 7 TL dimîne.”
 
‘Em heta êvarê dixebitin’
 
Herdemê jî di 15 saliya xwe de tê zewicandin. Piştî hevjînê wê tê girtin zehmetî dişkîne û bi Elîfê re dest bi vê rêwitiyê dike. Herdemê wiha dibêje: “Me li taxê cihek vekir. Lê zivistanê dilop dike. Em paqijiya banê bixwe dikin. Em heta êvarê dixebitin. Em li gorî piran erzantir çêdikin. Ji ber vê tînin gel me. Em naxwazin erzan çêbikin lê wisa nebe nabe. Em di kirê de ne. Hevjînê min kar nabîne. Ji ber vê em neçarin debarê bikin. Em bi derfetên xwe hewl didin li ser piya bin. Em naxwazin hewcearê kesî bin. Ji bo jin bibin xwedî kar divê piştgirî bê dayîn.”