‘Ger ku jin bixwaze dikare bike’

  • 09:03 28 Tîrmeh 2020
  • Ked/Aborî
AMED - Fatma Hekîmoglu û Ayşe Oden ku xwişkên hev in, li pey xeyalên xwe çûne û cihekê xwarinên malê vekirine. Herdu xuşkan diyar kirin divê jin xwe bi xeyalan sînordar nekin û ger ku bixwazin dikarin her karî bikin.
 
Fatma Hekîmoglu û Ayşe Oden ku xwişkên hev in, Li semta Ofîsa Yenîşehîra Amedê ji bo xwe xwaringehek vekirine û nêzî du salan e bi vê dukanê debara xwe dikin. Herdu xûşkên ku li pey xeyalên xwe yên zaroktiyê çûne, herî dawî biqasî derfetên xwe xeyalên xwe bi cih anîne û niha li dukana xwe xarinên malê çêdikin û pê debara xwe dikin. Fatma û Ayşe yên ku dibêjin ew dixwazin di karên xwe de pêş bikevin û ji jinên din re jî bibin îlham û cihê îstihdamê vekirin ji ajansa me re nirxandin kirin. 
 
'Em li pey xeyalên xwe çûn'
 
Fatma diyar kir ku ew dikan xeyala wan a zaroktiyê bûye û got: “Min û xuşka xwe herdem karekî wiha xeyal dikir, ji ber ku me ji çêkirina xwarinê gelek hez dikir. Lê ji ber ku derfetên me nebûn me ev xeyala xwe bi salan taloq kir û em li cem kesên din bi heqrojê xebitîn.  Piştî bi salan me xeyala xwe pêk anî û nêzî du sê hefteyan e me dukana xwe vekir.”
 
‘Em dixwazin ekla xwarinên dayikê bidin mirovan’
 
Fatma bal kişand ser xwarinên ku di dikanê de çêdikin û diyar kir ku ew dixwazin hîsa malê û ekla xwarinên dayikê bidin mirovan. Fatma wiha axaftina xwe berdewam kir: “Em hemû xarinan bi xwe amade dikin. Ji bo mirovên ku demdirêj dixebitin an jî ji malbatên xwe dûr in û nikarin xwarinên dayika xwe bixwin, em dixwazin bi xwarinên xwe wan wekî li malê ne bidin hîs kirin. Em li xwaringeha xwe xwarinên wekî fasulî, bamye, xwarina hûr û rovî, kutilk çêdikin. Herwiha em li xwaringeha xwe tirşî û reçelên cûr bi cûr yên malê jî çêdikin.”   
 
‘Ger ku jin bixwaze dikare bike’
 
Fatmayê diyar kir ku roj hatiye ji ber bêderfetiyan wan alavên ku pê xwarinê çêbikin ji mala xwe anîne lê dîsa jî hêviya xwe qut nekirine û ev tişt got: "  Wekî her karî dijwaritiyên vî karê jî hene. Hem di warê aborî de û hem jî di hêla manevyatê de dijwaritiya karê me jî heye. Di vî karî de divê destên te sivik bin û kedeke zêde dixwaze. Lê mixabin li gel vê keda ku jin didin jî gelek caran keda wan nayê dîtin û li hember jinê kedxwariyeke mezin tê kirin. Jinên xebatkar bi qasî mêran dixebitin lê li gelek cihan ji wan kêm tir pere digirin û bê ewlehî ango sîgorte tên xebitandin. Hin caran jî pêşî li têkoşîn û keda jinê tê girtin. Lê êdî jin di ferqa keda ku didin de ne û hêdî hêdî astengiyên li hember xwe derbas dikin. Em jî di temenê piçûk de xebitin. Ji ber xebatê derfeta me ji bo xwendinê jî çênebû. Ger ku me dibistan bixwenda dibû ku em di gelek karên din de serkeftî bûna. Ji ber ku me ji bo xwe ji tunebûnê derfet afrandin. Di pêşerojê de jî dixwazim xebatên xwe mezin bikim û bi taybetî ji bo jinan derfetan bi afrînim û cihê îsthdamê vekim. Divê jin xwe bi xeyalên xwe sînordar neke. Ger ku jin bixwaze her karê dixwaze bike.”
 
‘Xebata jinan biçûk tê dîtin’
 
Xwişka Fatma, Ayşe jî diyar kir ku ew bi bawerî û hêza xwe li ser piyan sekinîne û got: “Me gelek tişt bi hewldanên xwe kirin. Lê keda jinan nayê dîtin û karê wan biçûk tê dîtin. Ji ber vê gelek jin li cihên kar bi bi êrîşa zayendî ya devkî ango bi mobîngê re rûbirû tên. Ji ber helwesta civakê ya li hemberî jinê hin mirov carna li hember jinê hedê xwe derbas dikin. Ji ber van zextan gelek jin di xebatên xwe de gelek caran ken jî ji bo xwe sûc dibînin û ji rûyê xwe kêm dikin. Divê jin li hember van neheqiyan jî têbikoşe û hin tiştan biguhere. Divê jin bi sekna xwe gelek tiştan bi dest bixe û dengê xwe hinîn xurttir bilind bike. Her wiha divê jin bikaribe bibêje ‘na ‘jî."