Mixûliyê ya ku ji gelek nexweşiyan re dibe derman û dibe xwarin

  • 09:13 25 Tîrmeh 2020
  • Ked/Aborî
Sorgul Şêxo 
 
QAMIŞLO - Hediya Xelîl Gemo ku gîhayê Milûxiyê tîne û difroşe anî ziman ku ew ji xebatê gelekî hez dike û wiha got: "Milûxiyê jî yek ji wan gîhayên ku dîroka wê vedigere hezarê salan, gelê Herêmê wê weke xwarin û derman jî bi kar tîne."
 
Li peyî her gîha û  her xwarinekê ango amûreke serpêhatiyên wê yên cuda ku di nava rûpelên dîrokê de cih girtine, hene. Mirovên destpêkê dema ku di şer de derbas dibûn, rewşa wan ya aborî xirab dibû. Êdî nedikarîbûn xwarinan li malê xwe çêbikin û xwe dispartin gîhayên çolê. Bi tirsa ku  gîha wan jehrî bike, destpêkê ji bo lawiran diceribandin, paşê dema ku didîtin ji xwarinê re dibe ew wekî xwarin bi kar dianîn. Li Sûriyê, Misir, Sûdan, Cezayîr, Mexrib û Tûnisê jî yek ji xweştirîn xwarin, gîhayê Milûxiyê ye.
 
Misriyan destpêkê ev gîha keşf kir
 
Dîroka gîhaya Milûxiyê li gor lêkolînên ku hatine kirin, vedigere hezarê salan.  Taybet mirovên  Misrê yên kevnar  bi kar dianîn û wekî xwarineke çandî , gelêrî dihate nasîn. Du serpêhatiyên vê xwarinê hene . Milûxiyê yek ji nebatên kevnar  e.  Di serdema Fironiyan de hatiye keşfkirin û di wê demê de misriyên kevnar di fikra wan de nebatekî jehrî ye. Lê dema Hyksos ket Misrê, hemû taybetmendiyên şaristaniya Firûniyan ji holê rakirin. Wê demê misrî neçar man milûxiyê bixwin û bizanibin ku ne jehrî ye. Çîrokeke din jî dibêje ku Milûxiyê tenê xwarina qirala ye, ji bo kesên nexweş û taybet qiralan dihate pêşkêşkirin. Niha jî ev gîha li Rojhilata Navîn belav bûye û tê xwarin. Di her malekê de milûxî tê çandin, xwarin û weke derman tê bikaranîn.
 
Dayika bi navê Hediya Xelîl Gemo ya ji Qamişloyê li Herêma Cizîrê ye, derbarê gîhayê Milûxiyê û sûdên wê de axivî û nêrîna xwe ji me re parve kir. 
 
'Milûxiyê xwarin û derman e'
 
Hediya got ji ber ku erdê wê tune ye biçîne, milûxiyê dikire, difroşe û wiha gotina xwe dom kir: "Niha ji ber erdê min tune ye, ez milûxiyê ji bazara Hal dikirim, çêdikim û difroşim.  Him jî ji mala xwe re dihêlim. Milûxiyê xwarin û derman e, taybet ji bo nexweşiya şekir, dil û nexweşiyên rovî, gurçik û xurtkirina çavan jî başa."
 
'Berê Misirî niha jî Sûrî bi vê xwarinê bi nav û deng e'
 
Hediya di domandina gotina xwe de da zanîn ku milûxî şîn û hişk jî tê xwarin û wiha pê de çû:  "Milûxiyê şîn jî tê xwarin û hişk jî tê hilandin. Milûxiyê di nava goşt û birincê de pir xweş e û tameke cuda dide xwarinê. Berê xelkê Dêre Zorê û misriyan dixwarin, lê niha di Sûriyê de jî xwarineke bi nav û deng e.  Li peyî xwarina milûxiyê sûdên wê yê pir baş hene. Mirov çiqasî bixwe ewqasî di aliyê tenduristiyê de rehet dibe."
 
'Bi çêkirina milûxiyê re têkiliyên civakî jî xort dibin'
 
Hediyayê destnîşan kir ku bi rêya çêkirina milûxiyê re têkiliyên civakî jî xurt dibin û wiha dirêjî da gotina xwe: "Dikana min heye û tê de ez mast û nan difroşim.  Cîranê ku tên pêdiviyên xwe gel min dikirin, pê re jî alîkariya min jî dikin.  Bi vê yekê re têkiliya me ya cîrantiyê xurt dibe. Heya saet 12:00'an jî ez li ber dikana xwe me û milûxiya xwe tevî alîkariya hevjîn û cîranên xwe çêdikim."
 
'Milûxiyê biçînin'
 
Hediya wiha dawî li gotina xwe anî: "Milûxiyê ji bo xurtkirina hestiyê mirovan jî pir baş e.  Ji bo wê daxwaza min ji her mirovekî heye ku milûxiyê biçînin, ji bo sûdê li xwe û civaka xwe bikin."