Fatma tevî hemû newekheviyan tezgaha xwe vekir

  • 09:15 20 Tîrmeh 2020
  • Ked/Aborî
Fîlîz Zeyrek
 
EDENE - Fatma Çelen ya li bazarê garis difroşe, li dijî newekheviya esnafên mêr têdikoşe. Fatma 40 sale tezgah vekiriye û bi vê debara xwe dike û got: “Hêza min biqasî ya 10 mêran e. Çi dikin bila bikin ez li malê xwe heps nakim.”
 
Jinên ku ji her qada jiyanê tên derxistin û hepsê malê tên kirin, astengiyan yek bi yek ji pêş xwe radikin. Fatma Çelen ya 61 salî li Edenê dijî û zivistanê keleman û havînan jî garis difroşe. Fatma bi salane hem têkoşîna jinê hem jî ya debarê dide.
 
40 sale bazarvaniyê dike
 
Fatma li bazara pêncşemê ya taxa Şakîrpaşa ya Seyhanê dertê pêşberî me û hefteyê 6 rojan diçe bazarê û garis difroşe. Fatma ya 40 sal e wisa debara xwe dike û wiha got: “Heta niha min li gelek bazaran tezgah vekiriye. Esnafên mêr min naxwazin. Ez bi newekheviyê re rûbirû mam. Hêza min bi qasî ya 10 mêran e. Ez bi vê jî serbilind im. Ez tu car li gorî wan tevnagerim û xwe hepsê malê nakim.”
 
Ez gelek caran zerarê dikim
 
Fatma ya garisê ji Kazanli ya Mersînê digire tîne difroşe û wiha got: “Gelek caran em zirarê dikin. Ji ber bazirgan gelek nebaşin. Yên baş û xerab tevlihev dikin. Ez simbilê garis bi 1 TL difroşim. Kara wê zêde tune lê ez tevî vê dixebitim. Ji ber karekî din tune ye. Ez heta dawiya îlonê garis difroşim. Piştre ez kelemên reş ji Nîgdeyê tînim.”
 
‘Hewcedariya sebze ya heftane 250 TL ye’
 
Fatma tevî ku her tim dixebite tenê pereyê nanê xwe qezenc dike û got: “Ez ji ber li bazarê me carnan tiştên xwe erzan digirim. Heftane sebze û fêkiyê xwe bi 250 TL digirim. Ez nikarim zarokekê xwedî bikim, gelo yên xwedî 5 zarok çi dikin. Rewşa esnafan jî zehmet e. Berê rêk û pêk bûnek li vir hebû. Niha gelek kes bi kaçaxî ketine bazarê. Berê 10 metrekare cihê min hebû niha 3 metrekare dane min.”
 
‘Çima ez li bazarê nexebitim’
 
Fatmayê di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinan kir û got: “Jin li her derê dikarin bixebitin. Li saziyên dewletê, di paqijiya malê de, wek ajokar, parêzer, doktor û mamoste. Gelo çima ez li bazarê nexebitim. Tu zext bi min nikare şûnde gavê bide avêtin.”