Vekirina bazareke ji bo jin lê bixebitin wê keda wan mayînde bike

  • 09:03 20 Tîrmeh 2020
  • Ked/Aborî
Fîdan Abdullah
 
ŞEHBA - Endama Koordînasyona Kongreya Star a navçeya Ehdes a Kantona Şehbayê Roşîn Şêxo behsa projeya bazara zebze ya jinan kir û wiha got: "Bi armanca pêşxistina projeyên jinê û rêgirtina li beramberî bihabûnê, vekirina bazara zebze ya jinan di cih de ye." 
 
Jina ku her tim ji aliyê civaka mêr ve ji nedîtî ve hatiye û ji mafê xwe yê rawa bê par maye, bi saya avakirina Rêxistina jinan xwedî li mîrasa xwe derdikeve û di hemû qadên jiyanê de cih digire. Yek ji wan qadan jî qada aboriyê ye ku jin îro lê ne. Piştî koçkirina şêniyên Efrînê ji Kantona Şehbayê gelek malbat û jin bê xebat man û di warê debarê de zahmetî kişandin. Rêxistina Kongreya Star a Herêma Efrînê ji bo ku rê li ber van zahmetiyan bigire, ji bo jinan hin proje ava kirin. Ji van projeyan yek jê jî li Kantona Şehbayê bi armanca pêşxistina projeyên jinê û rêgirtina li beramaberî buhabûna bazaran, vekirina bazara zebze ya ji bo jinan e. Têkildarî mijarê Endama Koordînasyona Kongreya Star a Navçeyê Ehdes a Kantona Şehbayê, Roşîn Şêxo ji ajansa me re nirxandin kir.
 
'Li hemberî hewldanên dagirkeran jin bi biryar in'
 
Roşîn di destpêka axaftina xwe de behsa rêxistina jinan a li Kantona Şehbayê tevî rewşa koçberiyê  kir û got: "Dewleta tirk bi dagirkirina Efrînê û koçberkirina gel li Kantona Şehbayê hewildana parçekirina gelê herêmê dikir. Lê tevî hemû êrîş, zehmetî û rewşa koçberiyê gelê Efrînê û bi taybet jinan rêxistina xwe bi hêz kir û bi biryar. Jinên ku rêxistina xwe bi hêz kirin xwedî li têkoşîna xwe û keda xwe derketin. Li berovajî dagirkeriya dewleta tirk jinan ji zehmetiyan hêz afirandin û xwedî li rêxistina xwe derketin."
 
' Vekirina bazara zebze ji bo jinan di cih de ye'
 
Roşîn bal kişand ser daxwaza jinan û wiha dawî li gotinê xwe anî: "Em weke Rêxistina Kongreya Star derbasî malan bûn ji bo daxwazên jinan pêk bînin. Piştî nîqaşên girîng di derbarê vekirina bazara zebze ji bo jinan de em têgihiştin ku vekirina bazarek bi vî rengî di cih de ye. Heta niha nêzî 36 jin navê xwe dan ji bo ku di bazarê de kar bikin. Ji bo xurtkirina aboriya jinan ev biryar hat standin. Jinên ku dikanên xwe li gundan vekirine wê zebze û fêkiyên xwe ji bazara jinan bigirin. Di demek nêz de wê bazara zebze a jinan bikeve meryetê. Em ê her têbikoşin ji bo xeyalên dagirkeriya tirk ya bi hezaran salan, vala derbixin."