‘Dema ku bawerî bi îradeyê hebe serkeftin mîsoger dibe’

  • 09:01 19 Tîrmeh 2020
  • Ked/Aborî
Sara Şêx Hesen
 
HELEB - Jina bi navê Enehîde Hesen a li Taxa Şêx Meqsûd a Helebê xwediya xwaringehekê ye, li ser xebatên xwe yên vekirina xwaringehê wiha got: “ Jin di xwaringehê de bixebite ne şerm e. Xwaringeha ku jin tê de kar bike paqijtir e. Dema ku bawerî bi îradeyê hebe wê serkeftin mîsoger be.” 
 
Jin afirînera jiyanê ye, di hemû xebatên jiyanê de keda jinê tê dîtin û ew xebat jî serkeftî ye. Yek ji jinên kedkar a bi navê Enehîde Hesen e. Enehîdeyê xwediya 4 zarokan e û ji Gundê Qîbarê yê Efrînê ye. Piştî şerê Efrînê tevî malbata xwe berê xwe dide Helebê û li Taxa Şêx Meqsûd bi cih dibe. Enehîdeyê li taxa ku lê dijî ji xwe re xwaringehek bi navê Roco vekiriye, ji bo xurtkirina aboriyê tevî mêrê pê re zewicî  dixebite. Xwarinê çê dikin û difiroşin. Têkildarî karê ku dike Enehîdeyê nêrînên xwe bi me re parve kir. 
 
‘Bi alîkariyeke hevbeş me xwaringeha xwe vekir’
 
Di destpêka axaftina xwe de Enehîdeyê behsa jiyana xwe kir  û wiha got: “Ez bi xwe ji Efrînê me piştî ku Efrîn hat dagirkirin me berê xwe da Helebê.  Li Helebê jî  ger mirov bê kar be jiyan gelek zehmet  e. Ji bo debara mala xwe û xurtkirina aboriyê min pêwîstî  bi projeyekê dît. Xwesteka min bû ku ez bi hevjînê xwe re vê projeyê parve bikim û bi alîkariyeke hevbeş me xwaringeha xwe vekir. Ji serê sibehê de ez xwaringeha xwe vedikim û pêdiviyên xwe tê de peyda dikim. Pir caran ez bi tenê xwarinê çêdikim û firotinê jî dikim. Mirovên ku li gel min xwarinê dixwin jê pir razîn e. Di civaka Helebî de jin xwediya çêkirina xwarinên xweş e.  Jin di xwaringehê de bixebite ne şerm e.”
 
‘Xwaringeha ku jin tê de bixebite paqijtir e’
 
Di berdewamiya axaftina xwe de Enehîdeyê destnîşan kir ku dema jinek tê xwaringehê û dibîne ku jin tê de dixebite hîn bêtir rehetiya xwe dibîne û wiha dewam kir: “Cihê ku jin lê hebe ew der gelek xweş e, bi taybet di xwaringehê de dema ku jin tên gel me rehet nêz dibin û kêfxweş dibin. Di xwaringehê de ez goştê biraştî, qelandî, kebab û her cûreyên xwarinan amade dikim. Her wiha ez ji bo paqijiya cihê xwe jî baldar im. Jinên Efrînê li kîjan deverê bin hebûnekê ji xwe re çêdikin.” 
 
‘Dema ku bawerî hebe serkeftin mîsoger e’
 
Di dawiya gotina xwe de Enehîdeyê bang li hemû jinan kir ku ji xwe re kar bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em niha di serdemeke nû de dijîn. Jinên niha ne weke berê ne. Divê jin  ji zîhniyeta paşverûtiyê bandor nebe, bi xweşikbûn û keda xwe jiyanê xweş bihêle. Dema ku bawerî bi îradeyê hebe  serkeftin mîsoger dibe.”