Jin îstîhdamê bi hev re pêş dixînin

  • 09:04 15 Tîrmeh 2020
  • Ked/Aborî
QERS - Di çarçoveya projeyên ku şaredariya Qersê xistiye meriyetê de, jin di qadên îstîhdamê yên hatine avakirin de cih digirin û hem debara xwe dikin hem jî qadên civakî ji bo xwe diafirînin. Qursên di pandemiyê de hatibûn sekinandin jî ji nû ve hatin vekirin û eleqeyek mezin dibînin.
 
Şaredariya Qersê ya HDP’ê di 31’ê Adara 2019’an de hat girtin û ji bo gel û jinan gelek proje xist meriyetê. Şaredarî bi van projeyan ‘hewl dide ji bo jinan qada îstîhdamê’ ava bike. Yek ji cihên îstîhdamê yên şaredariyê vekiriya Mor Cafe, Mexazeya Piştevaniya Civakî û qurs in. Jin diyar dikin ku şaredariyê li bajar xebatên yekem pêk anîne.
 
‘Ez li ser piyên xwe disekinim’
 
Esmer Uluçay a li mala tenûrê ya li Mor Cafeyê nan çêdike. Esmer 6-7 mehe li vir dixebite û wiha dibêje: “4 zarokên min hene. Ez hemûyan didim xwendin. Hevjînê min kar nedît û min jî serî li şaredariyê da. Ez li vir dixebitim û li ser piyên xwe disekinim. Bi jinan re xebat kêfa min tîne. Em hemû hev fêm dikin û pirsgirêkên xwe bi hev re çareser dikin. Ez xwe azad hîs dikim.”
 
‘Hem qada piştevaniyê hem qada xebatê’
 
Zehra Anli jî yek ji du jinên li Mexazeya Piştevaniya Civakî dixebite û wiha pê de çû: “Em li vir cil û bergên ji welatiyan tên kontrol dikin, yên paqij didin alî, yên kevn jî dişon, utî dikin û dikin refan. Ji bo kesên hewcedariya wan heye jî dibin alîkar. Mexazeya me ji kargeriyên alîkar jî bexşan qebûl dike. Ji bo me ewil jin û zarok tên. Em bi diyariyên biçûk zarokan kêfxweş dikin. Em cilan li zarokan dikin, diyarî wan dikin. Em hem piştevaniyê hem jî debara xwe dikin.”
 
Zehrayê got ên bixwazin dikarin ji ser hesabên çapemeniyê xwe bigihînin wan û bi wan re bikevin piştevaniyê.
 
‘Em bi çêkirina pitikan debarê dikin’
 
Ayşe Îşbeceren ya li Navenda Çand û Xwepêşendanê ya Midûriyeta Çandî ya Şaredariya Qersê dixebite jî diyar kir ku ew qursa çêkirina pitikên ji kevir dide û got: “Karekî zehmet e. Lê karekî bi kêf e. Bi taybet turîst eleqeyek mezin nîşan didin. Em jî pê debara xwe dikin. Di pêvajoya pandemiyê de me navber dayê lê niha eleqeyek mezin dibîne.”
 
Zeynure Taşçelîk jî ya li navendê qursa wêneyan dide got di navbera temenê 9-45’an de qursê dide û wiha got: “20 sale ez vî karî dikim. Dema em zarokan kêfxweş dibînin, em jî kêfxweş dibin. Projeyên şaredariyê eleqeyek mezin dît. Di pandemiyê de me navber da qursan û niha em ê di meha îlon-cotmehê de dîsa bikin dewrê.”