'Ji ber qeyrana aborî tenûr nayên firotin'

  • 09:01 14 Tîrmeh 2020
  • Ked/Aborî
AMED -  Sebriye Tekîn ku li gundê Palûka Sûrê bi çêkirina tenûran debara mala xwe dike, lê ji ber qeyrana aborî û vîrûsa koronayê nikare tenûrên xwe bifiroş e. 
 
Piraniya jinên gundê Palûka Sûrê Amedê bi çêkirina tenûrê debara xwe dikin. Li ber deriyên gelek malan tenûrên ku hatine çekirin hene. Sebriye Tekîn ku temenê wê 55 salî ye li gundê Palûkê dijî û 10 sal in bi çêkirina tenûran debara xwe dike. 
 
Sebriye diyar kir ku çêkirina tenûrê gelek zehmet e û got: “Em ji bo çêkirina tenûrê kedekî zêde didin. Ez jî bi salan e vî karê dikim û debara malbata xwe bi wî awayî pêk tînim. Temenê hevjînê min mezin e û nikare bixebite. Her wiha zarokên min jî ji ber qeyrana aborî karek nabînin ku bixebitin. Ez jî neçar im ku bi vî karê debara malbata xwe bikim.”
 
Sebriye, da zanîn ku em nikarin pêdiviyên xwe rojane jî pêk bînin û wiha axivî: "Em bi xizaniyê re rûbirû ne. Ji ber qeyrana aboriyê em nekirina pêdiviyên xwe yên rojanê pêk bînin. Ez jî bi çêkirina tenûran hewl didim ku debara mala xwe bikim, lê belê tenûrên ez çêdikim jî nayên firotin. Hem bandora qeyrana aboriyê û hem jî ev nexweşiya ku derketî bandorekî neyinî li ser me hişt."