Li Rizgarî pêşangeha karê destê jinan

  • 13:16 20 Çile 2020
  • Ked/Aborî
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên ku 3 mehb in xwe fêrî karê destan dikin, karê xwe yê destan di pêşangehekê de nîşandan.
 
Li bajarokê Rizgarî ya ser bi navçeya Kelar a ser bi Germiyanê, koma Xanimên Dest Rengîn, bi pêşangehekê karê destê xwe pêşandan.
 
Di pêşangehê de 18 jinên ku ev 3 meh in perwerdeya karê destan dibînin, hûnerên xwe nîşandan. Pêşangeha jinan ji aliyê welatiyan ve eleqeyek mezin dît. Tê payîn pêşangeh heya danê êvarî dewam bike.