Xelatên Rojnamegeriyê yên Apê Musa û Şehîdên Çapemeniya Azad hatin dayîn

  • 22:22 22 Îlon 2024
  • Rojane
STENBOL- Xelatên Rojnamegeriyê yên Apê Musa û Şehîdên Çapemeniya Azad cara 31’emîn bi merasîmê hatin dayîn. Di merasîmê de hat diyar kirin ku wê di serî de têkoşîna Gulîstan Tara, Hêro Bahaddîn û Nagîhan Akarsel ûhemû kedkarên çapemeniyê bê meşandin.
 
31’emîn Xelatên Rojnamegeriya Apê û Musa û Çapemeniya Azad bi merasîmekê hatin dayîn. Di beşên ‘Nûçeya Tirkî’, ‘Nûçeya Vîdeo’, ‘Nûçeya Kurdî, ‘Wêne Nûçe’, ‘Karîkatur’ û ‘Nûçegîhaniya Jinê’ ya ji bo bîranîna Gurbetellî Ersoz bi giştî di 6 beşan de xelat hat dayîn. Mersîm li Navenda Çanda Baar a Cemîl Candaş a Şîliyê hat dayîn.
 
Atkîvên TJA’yê, Dayikên Aştiyê, Buroya Hiqûqê ya Asrin, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) , hevserokê giştî yê DEM partiyê Tuncer Bakirhan, rêveberên DEM Partiyê yên navend û navçeyan, Komeleya Elewiyên Demokratîk(DAD),Endamên ÎHD’ê, siyasetmedar Gultan Kişanak, Dayikên Şemiyê, kurê Musa Anter, Dîcle Anter û gelek rojnaemger û nûnerên rêxistinên civaka sivîl tevli bûn.
 
Malbatên şehîdên çapemeniyê jî tevli bûn
 
Malbata kedkarên çapemeniyê yên hatine qetilkirin Musa Anter, Nazim Babaoglu, Çetîn Abayay, Nujiyan Erhan, Necmettîn Salaz, Engîn Kîşîn, Mazlum Erencî, Ferhat Tepe, Kadrî Baygu, Sedat Duman, Rohat Aktaş, Kemal Kiliç, Orhan Karaagar, Mehmet Can Gunduz, Burhan Karadenîz, Huseyîn Denîz, Cengîz Altun, Gulîtan Tara û Emîne Demîr jî tevli merasîmê bûn.
Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.
 
Destpêkê de li ser navê Rojnameya Yenîş Yaşam Kibriye Evren axivî  û diyar kir ku çapemeniya azad êşa gelê Kurd, heqîqetê bi gotina Gurbetellî, bi pênûsa wê dinivîse. Kibriyey^edaxuyakirin ku ewan dest ji heqîqetê bernedane û wê bernedin.
 
Hevserokê giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî piştre axivî û da zanîn ku ew spasiyên xwe ji bo kedkarên çapemeniya azad ku dibin dengê gel dike. Tuncer da zanîn ku kedkarên çepemaniyê pênûsa Musa Anter li erdê nehiştine û dinivîsinin.
 
‘Çapemeniya azad têkoşîna gel kêlî bi kelî dinivîse’
 
Piştî sînevîzyona hat nîşandan siyasetmedar Gultan Kişanak jî axivî û daxuyakirin ku çapemeniya azad têkoşîna vî gelî kêlî bi kêlî dinivîse û wiha got: “Çapemeniya azad wê her tim binivîse. Ev rastî wê winda neke. Ji ber vê jî zextên mezin lê tên kirin. Em dibînin ku zextên salên 90’î didomin. Em soz didin Apê Musa, Gurbetellî, Nagîhanê. Wê rastî tu car tariyê de nemînin.”
 
Xelat dan xwediyên wan
 
Di beşa nûçeyên Tirkî de ji T24 Cengîz Anil Bolukbaş bi nûçeya sernavê ‘Li Îliçê riya diçe hezazê:Siyanir herikî, ruhat betal nebû, deynê  bacê hat paqijkirin, kara wan du kar bû’ xelata yekemîn girt. Parêzer Raziya Ozturk xelata Cengîz dayê.
 
‘Li cihê çapemeniya azad tunebe heqîqet tuneye’
 
Edîroja ajansa me JINNEWS’ê Dîlan Babat di beşa ‘nûçe vîdeo’ de bi dîmena ‘Biaxive tu ji ku derê ye?’, ‘Xelata Juriya Taybet’ girt. Li ser navê dayikên şemiyê keça Fehmî Tosun, Jiyan Tosun û xwişka Ferhat Tepe, Ayşe Tepe xelata Dîlanê danê. Jiyan Tosun di merasîmê de axivî û got li cihê ku çapemeniya azad tunebe heqîqet jî tuneye.
 
Edîtora me Dîlan jî axivî û got ew xelata xwe di serî de Nahîgan Akarsel, Rosîda Mersîn,Hêro Bahaddîn û Gulîstan Tara dike.
Di beşa ‘Nûçeya Kurdî’ de ji Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) Silava Ebdulrehman Mihemed Emîn bi nûçeya sernavê ‘çîrokek sûrwergir a ziman û têkoşîna azadiyê’ xelata juriya taybet girt. Rojnameger Azîz Oruç li ser navê Ebdulrehman Mihemed Emîn xelat girt. 
Di beşa ‘wêne’ de nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê Mujdat Can bi wêneyên ku şewata 20’ê hezîrana 2024’an de li Amedê derketibû xelata yekemînbûnê girt. Rojnameger Dîren Yurtsever li ser navê Mujdat xelat girt.
 
Di beşa ‘Nûçegîhaniya jinê’ de nûçegîhana Kadin Îşçî Rahîme Karvar bi nûçeya der barê karkên jin yên çandiniyê xelata yekemînbûnê girt. Siyasetmedar Gultan Kişanak xelata Rahîmeyê da.
 
Di beşa karîkatorê de ji bo Halîl Îbrahîm Çoban jî xelata Mansiyonê hat dayîn. Her wiha Xelata Rumetê di sexsê rojnamegerên berxwedêr de ji bo bîranîna Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn hat dayîn. Li ser navê malbata Gulîstan Tara, Gulîstan Erdem xelat girt.  Tuncer Bakirhan xelat da.
 
He rwiha ji bo rojnamegera Kurd û parêzvana mafê Mirovan Pexşan Ezîzî ku cezayê darvekirinê lê hatiye birîn jî Xelata Rûmetê hat dayîn.  Li ser navê Pexşan Ezîzê rojnameger Aysel Işik xelat girt.
Piştî merasîmê Koma hevra derket ser dîkê. Merasîm bi govendê bidawî bû.