Li Rizgarî pêşangeha karê destê jinan 2020-01-20 13:16:27   NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên ku 3 mehb in xwe fêrî karê destan dikin, karê xwe yê destan di pêşangehekê de nîşandan.   Li bajarokê Rizgarî ya ser bi navçeya Kelar a ser bi Germiyanê, koma Xanimên Dest Rengîn, bi pêşangehekê karê destê xwe pêşandan.   Di pêşangehê de 18 jinên ku ev 3 meh in perwerdeya karê destan dibînin, hûnerên xwe nîşandan. Pêşangeha jinan ji aliyê welatiyan ve eleqeyek mezin dît. Tê payîn pêşangeh heya danê êvarî dewam bike.