Ji AYM'ê derbarê doza îstîzmara zayendî de biryara binpêkirinê

  • 11:41 15 Tîrmeh 2024
  • Hiqûq
 
ENQERE - AYM’ê di doza îstîsmara zayendî de biryara binpêkirinê da û xwest ku doz ji nû ve were lidarxistin û ji bo zarokê tazmînat were dayîn. 
 
Zaroka bi navê A.Ç. a 14 salî di sala 2009’an de li Enqereyê ji hêla bavê xwe ve hatibû tacîzkirin û dayika keçikê serî li dadgehê dabû. Piştî serlêdana dayikê, 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Bati ya Enqereyê bi îdiaya ku delîlekeke bikare sûc îspat bike û rê li ber mehkûmiyetê veke tune ye, biryara beraetê dabû. Biryar ji hêla Dadgeha Bilind ve jî hte erêkirin. 
 
Parêzerê zarokê Şahîn Antakyalioglû jî bi sedemên “raporên tenduristiyê hatine paşguhkirin” û “komputera bavê ku fîlmên pronoyê temaşe dikir nehatiye lêkolînkirin” serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da. 
 
AYM’ê biryar da ku “aliyê usûlê yê qedexeya muameleya xerab hatiye binpêkirin.” AYM’ê ji bo encamên vê binpêkirinê ji holê bên rakirin û doz ji nû ve were lidarxistin, mînakeke biryarê ji 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Bati ya Enqereyê re şand. Her wiha AYM’ê biryar da ku 20 hezar TL tazmînata manewî bidin zaroka biçûk.