Civîna jinan a li taxên Erxenî

  • 16:05 12 Tebax 2024
  • Rojane
 
AMED - Bi beşdariya Hevşaredara Erxenî Bîrsen Azak Bayar û endamên meclîsa şaredariyê bi jinên taxan re civîna plansaziya stratejîk hat lidarxistin.  
 
Hevşaredara Erxenî ya Amedê Bîrsen Azak Bayar û endamên meclîsa şaredariyê di çarçoveya plansaziya stratejîk de li taxên Kulava û Metera bi jinan re hatin cem hev.  
 
Jin li mala şînê ya li taxa Kulava hatin cem hev û li ser plana stratejîk û têkoşîna li dijî tundiyê nêrîn û pêşniyarên xwe anîn ziman. 
 
Piştre Bîrsen şal û çenteyên qumaş diyarî jinan kir.