‘Em ê rêya diçe rizgariyê bi hev re bihûnin’

  • 09:03 20 Îlon 2024
  • Rojane
 
 
 
STENBOL - Hemû jinên di hedefa desthilatdariyê de di nokteya hevpar de tên gel hev. Jinan diyar kirin ku wê Tevgera Jinên Kurd û tevgera femînist a Tirkiyeyê bi hev re têkoşînê bimeşînin û gotin: “Em îro rizgariya jinan biaxivin, wê demê tundî û newekheviya jin dijîn ji hev qût nînin. Wê hem tevgera jinan a Kurd hem jî ya femînîst di riya rizgariyê de ligel hev cih bigirin û têbikoşin.”
 
Felsefeya ‘jin jiyan azadî’ ya bi tevgera jinên Kurd re dest pê kir li hemû cîhanê belav bû. Piştî Jîna Emînî dirûşmeyê li Îranê bû sembola berxewdanê. Dirûşmeya bi pêşnegiya Tevgera Jinên Azad (TJA) zindî bû, bi têkoşîna rêxistinkirî ya tevgera jinên kurd watedar bû. Di vî alî de tevgera jinên Kurd û ya femînîst a Tirkiyeyê di têkoşîna hevpar de dimeşin.
 
Jinan derbarê têkşîna hevpar ya dimeşînin de ji JINNEWS’ê re nirxandin kirin.
 
‘Em ê bi tevgera jinên Kurd re bimeşin’
 
Nûnera Meclîsa Jinan a TCDP’ê  parêzer Esîn Îzel Uysal da zanîn ku tevgera jinên Kurd nêrîneke pir alî dihewîne û di heman demê de jinên Kurd ji ber nasnameya xwe jî tundî û newekheviyê dibînin. Esînê wiha dirêjî dayê: “Tecrubeya jinên kurd girînge. Em ê bi tevgera jinên Kurd û tevgerên rêxistinên jinên din re bimeşin. Em diznain ku rizgariya jinê bê axaftin ev ji binpêikrinê serbixwe nîne.  Tundiya li ser jinan wekhev e. Ji er vê jî em ê riya ku diçe rizgariyê bi hev re bihûnin.”
 
‘Felsefeya jin jiyan azadî’
 
Esînê di berdewamiyê de balkişand ser felsefeya ‘jin jiyan azadî’ ya bi pêşengiya jinan li cîhanê deng daye û wiha domand: “Felsefeya jin jiyan azadî li aliyê din yê cîhanê jî destê pêş me. Ev di encama tecrube û nêzîkatiya tevgera jinên Kurd de derketiye holê.” 
 
Esînê di dawiya axaftina xwe de balkişand ser polîtîkayên li hember jin û zarokan û wiha dawî lê anî: “Tişta desthilatdarî ji me re dibêje; wiha hatiye wê wisa biçe. Jin di plana duyeme de ye, di malbatê de pewyirên wê hene. Lê em dibêjin ku ev dikare bê guhertin. Em dikarin pêşî li qetikirinên jinan bigirin û nîşanê hemû jinan bidin ku jin tu carê ne tenê ne. Ez jib o hemû jinan têkoşînê pêşniyar dikim.”
 
‘Em jin wê destur nedin vê’
 
Aktîvîsta TJA’yê Xecê Başkalane jî daxuyakirin ku li Tirkiyeyê polîtîkayên zext û çewisandinê zêde  bûne û wiha domand: “Li Tirkiyeyê ji ber zextên desthilatdarî pêk tînin jin û zarok tên qetilkirin.  Hem tevgera jinên Kurd hem jî tevgera femînîst a Tirkiyeyê li dijî pêkanînên destilatdarî dimeşîne wê bi têkoşîna hevpar xwedî li nasnameya jinê derkeve. Em di nokteya hevpar de tên gel hev. Xebat û têkoşîna jinên Kurd li hemû cîhanê belav bûye. Felsefeya Jin Jiyan Azadî li hemû cîhanê bûye wek felsefe. Niha ji bo jinan dem dem azadiyê ye.  Ji ber jin hêza berxwedanê ya xurte.”
 
‘Em hêza têkoşîna azadiyê mezin dikin’
 
Xecê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Desthilatdarî bi çavsorî êrişê destkeftî û mafê jinan dike. Qirkirinek mezin a jinan tê jiyîn. Her roj jin tên qetilkirin. Divê li dijî vê pergalê têkoşîn û berxwedan bê mezinkirin. Divê em tevgera jinên kurd û tevgera azadiyê ya jinên Tirkiyeyê bibin yek û têkoşînê mezin bikin.” 
 
Girîngiya têkoşîn û piştevaniyê
 
Femînîst Oznur jî di axaftina xwe de wiha anî ziman: “Berê min zehmetî dikişandin. Lê piştî min rêxistinên jinan nas kir min girîngiya têkoşîn û piştevaniyê dît. Divê jinên ciwan li her qadê bi awayekî azad piştevaniyê mezin bikin û xwe biparêzin. Li her derê hevalên min yên jin yên kurd hene. Em hatin gel hev û têdikoşin. Divê jinên kurd û femînîst di nokteya hevpar a têkoşînê de bên gel hev. Têkoşîna hevpar a jinan girîng e. Em dikarin bi vî awayî zexta baviksalarî ya li ser civakê bişkînin.”