Rêgeza esas û hukmên taybet ên derbarê jinan de

  • 09:05 20 Îlon 2024
  • Nîqaşên Jineolojiyê
 
"Mifteya rêxistibûna têkiliyên adîlane,wekhev û azadixwaz yên navbera hemû aliyên civakê û jinan de, bi îradeya azad a jinan pêkane. Em ê di vê xetê de têkoşîna xwe bidomînin. Di vê easê de em jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bom af û azadiyên jinan bikeve bin garantiyê, ji bo wekhevî pêk bê,  di mijara ku ev belge bê amadekirinê de me îrade nîşan da û em çûn lihevkirinê."
 
Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
 
Gelek geşedanên civakî yên cîhana me de tên jiyîn, bi têkoşîna sedsala 21’ê re ispat dike ku wê sedsaleke jinê hebe. Hemû jinên cîhanê ji bo jiyaneke azad,wekhev, adîlane, bi rûmet û aştiyane têdikoşînê dimeşînin.
 
Jin bi hezaran salane, bi civakê re gelek peymanên civakî yên devkî ava kirine. Siyasetmedar û nivîskara şanoyê ya Fransî Olympe De Gouges heta îro  bêyî biweste têkoşîn daye û ji bo azadiyan bedelên giran daye. Tecrubeyên jinên di şoreşên cuda yên welatan de cih girtine, di esasa peymana azad a bi civakê de ye. Qanûnên jinan yên şoreşa Rusya, Vîetnam, Kuba, Nîkaragua, Fîlîstîn, Cezayî û Kurdistanê  û tecrubeyên peymanên civakî yên wan ji bo me gelek girîng in. Bêguman van tecrubeyan hîmê qanûn û peymanên navneteweyî yên wekê Peymana Têkoşîna û Pêşîgirtina Têkoşîna Li dijî tundiyê ya Konseya Ewropayê (CEDAW) û Peymana Pêşîgirtina Tundiya Li Hember Jinê (Peymana Stenbolê) ava kiriye. Em jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, van tecrube û şoreşan ji bo xwe wek çavkaniya hêz û moralê dibînin.
 
Jin rojane bi tundî, mirinê re rû bi rû ne. Pêkanînên hêzên navneteweyî, hêzên desthilatdar yên sîstematîk êdî wek gavên qirkirina jin û civakê tê dîtin. Yên herî zêde wateya van qirkirinan  fêm dikin jinin. Ji ber vê jî jin li he rderê cîhanê xwe rêxistin dikin û têdikoşin. Bêguman ev têkoşînên li seranserê cîhanê, bandor li têkoşîna bi heybet a herêmê jî dike.
 
Ji ber vê jî; dema peyameneke xurt a civakî ya ku pirsgisrêkên jinan çareser dike, hewcedariyên demê dibersivîne hatiye.
 
Bi destpêka Şoreşa Rojava ya di sala 2011’an de, avakirina peymaneke ku têkiliyê jin û civakê dide meşandin wek hewcedariyek ferz derketiye holê. Jin her qada civakî de wek hêzeke pêşeng xwedî cihekî girîngin. Aliyên erênî û neyînî yên vê rewşê hene. Qanûnên Jinan ji roja hatin îlankirin û pêk hatin de ji bo ji pirsgirêkan re bibe bersiv tecrubeyên girîng bi dest xist. Ev qanûn di alî guhertina zîhniyeta serdest ya mêr de ku bi riya prewerdehiyê di rêgeza azadî, edelet û wekheviyê de, tecrubeyek girîn bû. Qanûnên Jinan yên Rojava ku wek çavkaniya hêza guherînê ya azadixwaze, di guherînên ji bo fêdeya jinan bandorek erênî kiriye.
 
Ligel pêşketinên eassên azadiya jinê, di dema Şoreşa Rojava de, di navbera etnîk (Asurî, Suryani, Erap, Kurt, Ermenî, Çerkes, Tirkmen, Çeçen)  û baweriyan de (Êzidi, Elewi, Xiristiyan, Mislimanan) de peyamanek civakî derket holê.
 
Gelên li vê erdnîgariyê bi ban peymanan jiyan û 10 sale tevî şerê giran îradeya xwe xurt kirin. Ev nasname û bawerî, li dijî êrîşên DaIŞ û hêzên din jiyanek demokratîk azad tercîh kirin.
 
Ji ber vê jî di esasa rêgazên azadiya jinê de, bi îradeya azad a jinê re hatine gel hev û pêkanîna peyamaneke jinê wê di jiyana ahlaqî û nirxên çandî, azadî û demokrasiyê de rolek girîng bilîze.
 
Di şreoaşa jinê ya li herêma me tê jiyîn de, azadiya jinû civakê girîng e û ji bo vê hewce bi belgeyekê hat dîtin. Ji bo jin tevli jiyana civakî bibin ferz bû ku em vê belgeya nêzîkatiyê amade bikin. Ji ber vê jî avakirina zemîna maf û destkeftiyên têkoşînê û ewlehiya wê girtin gelek girîng e. Ji bo têkoşîna li dijî pirsgirêkan hewcedarî bi peyamenek ku bi îradeya azad a jinê ava bûye heye. Rêgezên esas yên telvibûn jiyana civakî ya jinan û mafê jinan wê ji pirsa ‘jin dixwazi li kîjan cîhanê bijîn?’ bibe bersiv.
 
Ji bo çanda jiyana demokratîk li erdnîgariya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibe mînak, parvekirina rêgezên azadiyê girîngin û îfadeya peymana azadiyê, rêgeza sereke ya azadiya jinê ye. Peyaman di esasa azadiya civakî de tê kirin, ji bo bidawîbûna çandatundiyê gelek girînge û ji bo aştî û azadiyê dînamîka herî girînge. Bêguman çanda lihevkirina demokratîk, lis er nirxên azadixwaz hatiye avakirin û hemû aliyên civakî dihewîne. Ji ber vê ye ku ev peyman hemû aliyên civakî eleqeder dike. Ji ber vê jî gelek girîng e ku hemû komên jinan û rêxistinên jinan xwe ji têkoşîna azadiyê berpirs bibînin.
 
Cara ewil me jinan, yekitiya civakî ya azad, adîlane û wekhev rêxistin kiriye. Em dizanin ku zîhniyeta serdest ya mêr pergala civakî xera dike û desthilatdarî tevli wê kiriye. Beriya her tiştî em bi awayekî zelal diyar dikin ku me tu carî qebûl nekir ku civak li gorî têkiliyên desthilatdariyê xwe rêxistin bike û em vê qebûl jî nakin. Mifteya rêxistibûna têkiliyên adîlane,wekhev û azadixwaz yên navbera hemû aliyên civakê û jinan de, bi îradeya azad a jinan pêkane. Em ê di vê xetê de têkoşîna xwe bidomînin. Di vê easê de em jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo maf û azadiyên jinan bikeve bin garantiyê, ji bo wekhevî pêk bê,  di mijara ku ev belge bê amadekirinê de me îrade nîşan da û em çûn lihevkirinê.
 
Nîşe: Berdewama nivîsê wê hefteya pêş bi sernavên ‘rêgezên esas’ bê weşandin.
 
Ev nivîs ji hejmara 30’emîn a mijara dosya ‘Rojava’ ya kovara Jîneolojiyê hatiye girtin.