Li Dîlokê jinekê bi gûman jiyana xwe ji dest da

  • 10:21 20 Îlon 2024
  • Rojane
 
DÎLOK - Jina bi navê Y.K. a li navçeya Şehîdkamîl dijiya, li mala xwe bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da. 
 
Jina bi navê Y.K. ku li Taxa Kozlûyazi ya navçeya Şehîdkamîl a Dîlokê dijiya, li mala xwe bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da. Piştî ku dengê çekan hate bihîstin, tîmên tenduristiyê yên bi gazîkirina ferdên malbatê hatin cihê bûyerê, diyar kirin ku Y.K.’yê jiyana xwe ji dest daye. 
 
Hate zanîn ku Y.K. dayika 3 zarokan e. Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.