Civîna jinan a li taxên Erxenî 2024-08-12 16:05:25     AMED - Bi beşdariya Hevşaredara Erxenî Bîrsen Azak Bayar û endamên meclîsa şaredariyê bi jinên taxan re civîna plansaziya stratejîk hat lidarxistin.     Hevşaredara Erxenî ya Amedê Bîrsen Azak Bayar û endamên meclîsa şaredariyê di çarçoveya plansaziya stratejîk de li taxên Kulava û Metera bi jinan re hatin cem hev.     Jin li mala şînê ya li taxa Kulava hatin cem hev û li ser plana stratejîk û têkoşîna li dijî tundiyê nêrîn û pêşniyarên xwe anîn ziman.    Piştre Bîrsen şal û çenteyên qumaş diyarî jinan kir.