ROJEVA 10'Ê TEBAXA 2024'AN

  • 09:00 10 Tebax 2024
  • Rojev
*Muxtara Taxa Şehîtlîkê Sadiye Sebat Korkutan diyar kir ku di dema hilbijartina keyatiyê de li hemberî 9 dijberên xwe yên mêr têkoşîneke dijwar daye. Sadiye destnîşan kir ku mêrên dijberên wê timî afîşên wê çirandine, lê tevî vê yekê jî dev ji têkoşîna xwe bernedaye û di hilbijartinê de bi ser ketiye. DÎMEN HEYE
 
* Rêvebera Komeleya Lêkolînê ya Kurd Fevziye Uçar, bal kişand ser zextên li hemberî ziman, stranên kurd, dirûşm û govendê û got: "Heke em xwedî li nirxên xwe, ziman û çanda xwe derkevin, em ê xwedî li statuya xwe jî derkevin. Li dijî polîtîkayên qirkirinê, divê têkoşîneke bi hêz bê dayîn." BI DÎMEN