ROJEVA 10'Ê TEBAXA 2024'AN 2024-08-10 09:00:00   *Muxtara Taxa Şehîtlîkê Sadiye Sebat Korkutan diyar kir ku di dema hilbijartina keyatiyê de li hemberî 9 dijberên xwe yên mêr têkoşîneke dijwar daye. Sadiye destnîşan kir ku mêrên dijberên wê timî afîşên wê çirandine, lê tevî vê yekê jî dev ji têkoşîna xwe bernedaye û di hilbijartinê de bi ser ketiye. DÎMEN HEYE   * Rêvebera Komeleya Lêkolînê ya Kurd Fevziye Uçar, bal kişand ser zextên li hemberî ziman, stranên kurd, dirûşm û govendê û got: "Heke em xwedî li nirxên xwe, ziman û çanda xwe derkevin, em ê xwedî li statuya xwe jî derkevin. Li dijî polîtîkayên qirkirinê, divê têkoşîneke bi hêz bê dayîn." BI DÎMEN